Erdogan: Pereyên şaredariyan bo Qendîlê hatine birêkirin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, jikardûrxistina şaredarên HDPê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de hatiye kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, jikardûrxistina şaredarên HDPê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de hatiye kirin.

Da zanîn, şaredar ji şûna ku xizmeta gel bikin, malbatên leşkeran ji kar derxistine û jiber vê, ji kar hatine dûrxistin. Erdogan, aliyên piştevaniya HDPê dikin hîşyar kirin û got, ew dê pêwendî û hevkariyan bi belgeyan aşkera bikin.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

 "ji kar dûrxistina hin şaredaran û şûna wan danîna wekîlan, di çarçoveya têkoşîna dorfireh ya dijî terorê de hatiye kirin. Pereyên bi baca milet hatine komkirin, şandine Qendîlê. Tu dewlet rê nade tiştek weha. Îspanya jî, şaredarên Katalonyayê dûrxistin.

Erkê şaredar xizmeta bajarê xwe ye, gelê xwe ye. Eger şûn vê xizmeta terorê bikin, malbatên şehîdan ji kar dûr bixin, em jî wan dûr dixin û datînin ber deriyê. Em dibînin,niha hin alî nêzîkî xeta rêxistina cudaxwaz bûne. Ev siyaseta kirêt mileta me dibîne. dema roj hat, hemû hevkariyan, pêwendî û karên wan emê bi belgeyan aşkera bikin."

 

 

C.B