Sûriye: Em dikarin xalên çavdêriyê yên Tirkiye têkbidin!

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed, Buseyna Şeban ragihand, ku xalên çavdêriyê yên Tirkiye li devera Idlibê çekan digihînin çekdarên tundrew. Jiber vê yekê, Artêşa Sûriye dikare wan xalan têk bide

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed, Buseyna Şeban ragihand, ku xalên çavdêriyê yên Tirkiye li devera Idlibê çekan digihînin çekdarên tundrew. Jiber vê yekê, Artêşa Sûriye dikare wan xalan têk bide.

Şeban di hevpeyvînek ligel telewizyona Mayadin a Lubnanî diyarkir, ku di destê wan de belge hene, ku Tirkiye bi rêya xalên xwe yên çavdêriyê çekan digihîne çekdarên tundrew li derdora Idlibê.

Ligor Şêwirmenda Serokê Sûriyê, Tirkiye erkên xwe yên Rêkeftina Soçî bicîh neaniye. Berovajî, ew xal ji bo dagîrkirina xak a Sûriye bikar anîn e. Herweha ligel rêxistina terorist El Nusra danûstandin a çekan dike û hemberî xelkê Sûriye tewanan pêktîn in.

 

 

 

C.B