Tirkiye: Dan a 2em a mûşekên S400an destpê kir

Dan a 2em a mûşekên S400 ên Rûsyayê ji bo Tirkiye destpê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Dan a 2em a mûşekên S400 ên Rûsyayê ji bo Tirkiye destpê kir.  Firokeya Rûsyayê bi bateryayên S400 li firokxaneya Murted a paytexta Tirkiye Enqereyê danî.

Kirîna mûşekên S400an alozî di pêwendiyên Amerika – Tirkiye, herweha NATO-Tirkiye de peyda kiriye.

Di heman roja hatina dan 2em de, Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan seredana Moskow kir û ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinek lidar xistin. Tê ragihandin, ku civîna her du serokan liser bi taybet mijara Idlibê ye, lê herweha mijara S400an jî, di rojevê de ye.

Ligor hin pisporan, dibe ku Tirkiye mûşekên S400an bikar neyîne, lê hin pispor û birêvebirên desthilat a Tirkiye jî, destnîşan dikin, ku mûşek dê werin aktîv kirin.

 

 

 

C.B