ENKS: Almanya herêma ewle erênî dibîne

Îro şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Almanyayê derbarê pirsa herêma ewle û mafên Kurdan li Sûriyê de bi berpirsên Wezareta Derve ya Almanyayê re civiya.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Almanyayê derbarê pirsa herêma ewle û mafên Kurdan li Sûriyê de bi berpirsên Wezareta Derve ya Almanyayê re civiya.

Endamê şanda ENKSê Silêman Oso li Berlînê ji K24ê re naveroka civînê aşkere kir û ragihand, ew bi berpirsên dosya Sûriya di Wezareta Derve ya Almanyayê re civiyan û di civînê de şanda ENKSê nerîna xwe li ser herêma ewle ji Wezareta Derve ya Almanyayê re ragihand.

Oso diyar kir, berpirsên Almanî bi erênî li avakirina herêma ewle dinêrin, ji ber ku ew yek dê metirsiya rûdana şerekî li rojhilatê Firatê û dubarekirina sînayroya Efrînê dûr bixe.

Oso da aşkere kir, di aliyekî din ê civînê de pirsa komîta destûra Sûriyê hat guftûgokirin û şanda ENKSê daxwaza piştevaniya Almanya ji mafê gelê Kurdî li Sûriyê û hevkariyên mirovî ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re kir.

Endamê şanda ENKSê amaje bi destpêşxeriya Fransî ya nêzîkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir, Wezareta Derve ya Almanyayê pêşwazî li destpêxeriyê kir û şanda ENKSê got heger PYD hevpariyeke rasteqîne qebûl bike û pê pabend bibe, ew amade ne. Lê PYDê heta niha amadehiya nîşan nedaye.

 

 

S. B