Temellî: Bila welatî pereyan nedin şaredariyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî bang li welatiyan dike, bila xelk baca şaredariyê û heqê av û kahrebayê nedin şaredariyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî bang li welatiyan dike, bila xelk baca şaredariyê û heqê av û kahrebayê nedin şaredariyê.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ji ajanseke nêzikê PKKê re ragihand, xwenîşandanên wan ne tenê bi daxuyaniyên rojnamevanî û çalakiyên rûniştinê re sînordar e. Ewê dest bi çalakiyên serkêşiyên medenî bikin û divê herkes xwedî li viyana xwe derkeve.

Sezaî Temellî got jî, Welatî ne neçar in bac û heqê av û kahrebayê bidin şaredariyê. Ew ne neçar in pereyên xwe bidin talankeran û ew desthilatdariya qeyûman nas nakin.

Ev yek di demek ê de ye, roja 19ê vê mehê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şerdarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji kar hatibûn dûrxistin û qeyûm li şûna wan erkdar kiribûn.

Ji wê demê ve jî çalakiyên nerazîbûnê, xwepêşandan û çalakiyên rûniştinê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê alîgirên HDPê ve tên lidarxistin.

 

S. B