Efsaneya Ruka Kurdî mêvanê Heftemîn Festîvala Film a Dihok ya Navdewletî ye

Efsaneya Ruka Kurdî Kerem Gerdenzerî mêvanê Heftemîn Festîvala Film a Dihok ya Navdewletî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kerem Gerdenzerî ku bi Efsaneya Ruka Kurdî tê naskirin, ji aliyê rêveberiya Heftemîn Festîvala Film a Dihok ya Navdewletî hatiye vexwandin wek mêvanê taybet.

Cihê amajê ye ku Gerdenzerî dibe yekemîn Kurd stirana Ruk gotî  û Koma Wetan ya taybet bi hunerê rukê li welatê Gurcistanê damezirandî û yekem berhema xwe ya bi navê “Bayê Payiz” li sala 1988 belav kiriye û dahatiyê vî berhemê pêşkêşî qurbaniyên Helebce kiriye.

Gerdenzî  ji Kurdên Gurcistanê ye û li 6 Adara sala 1952 ji dayik bûye. Niha di temenê 67 saliyê de li welatê Rûsyayê dijî.