Henefî Turan: 100 sal in, dewleta Tirkiye, bi vê siyasetê sernekeftiye!

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henefî Turan, ji K24 re diyarkir, ku diyar e desnîşankirina Qeyyûman bi ser bajarên Kurdan ve ne car a yekem e, û mixabin dê ne ya dawî jî be

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henefî Turan, ji K24 re diyarkir, ku diyar e desnîşankirina Qeyyûman bi ser bajarên Kurdan ve ne car a yekem e, û mixabin dê ne ya dawî jî be.

Ligor Henefî Turan, dewleta Tirkiye bi xwe di babeta Kurd/Kurdistanê de bi ser bê-hiquqiyê ve hatiye avakirin. Dema piştî Şoreşa 1925an gencek Kurd tînin ber dadgehê û ew genc bi tirkî nizane, dibêjin: bibin bidarve bikin. Ev 100 sal in nêzîkahiya beramberî rastiya Kurd her ev e. Biryara destnîşankirina Qeyyûman biryarek bê-hiquqiya hemberê Kurdistanê ye, ku heta îro berdewam e. Ev yek nayê qebulkirin, ev yek – rê li pêş siyaseta demokratîk, li pêş siyaseta sivîl digre.

Turan bibîr nî, ku hemberî 4 partiyên ku di nave wan de peyva Kurdistan heye (Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê – Bakur), doz vekirine, dixwazin bên giertin. Ev jî, nimûneyek din a nêzîkahiya rastiya Kurd/Kurdistanê ye. Ji Kurdan dibêjin: Rêya çiya li pêş we ye!

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê got, ku ev 100 sal in, vê siyaseta dewleta Tirk encamp bidest nexistiye û dê niha jî bidest nexe.

Herweha rexne li şêwazê çalakiyên HDP kir…