HDP: Şerekî li ser Kurdan ferz dikin, lê şer qebûl nakin

1'ê Îlonê, Roja Aştî ya Cîhanî, li Diyarbekirê jî bi mitîngeke bi coş hat pêşwazîkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

1'ê Îlonê, Roja Aştî ya cîhanî, li Diyarbekirê jî bi mitîngeke bi coş hat pêşwazîkirin. Mitînga îsal a ku ji aliyê HDP û hevgirtiyên wê ve hat amadekirin; bi dirûşima; " Ji bo aştiyeke bi rûmet, çareseriya demokratîk" hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli axaftvanên mitîngê bûn. Mizrakli got; me pereyê şaredariyê nedaye rêxistinê, me 103 milyon û nîv deynên qeyûmî dane.  Sezaî Temellî jî got; dijminên Kurdan şer li ser me ferz dikin, lê em şer qebûl nakin.

Pêşwazîkirina 1'ê Îlonê, Roja Aştî ya Cîhanî; li Diyarbekirê bi mitîngeke girseyî pêk hat. Mitîng ji aliyê HDP û hevgirtiyên wê ve hat pergalkirin. Dirûşima îsal "Ji bo aştiyeke bi rûmet, çareseriya demokratîk" hat diyarkirin. Ji ber ku di 19'ê Tebaxê de ji bo hersê şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibûn tayînkirin; mitînga îsal a 1'ê Îlonê jî rastî vê rewşê hat û siyasetmedarên beşdar bûbûn nerazîbûna xwe li qada mitîngê jî nîşan da. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier da zanîn ku armanca wan bi rêya siyasî, parastina destkeftiyên Kurdan e.

Îmam Taşçier  ji K24ê re got: "Em dixwazin Kurd jî wekî hemû xelkên cîhanê azad bin û aramiyek di nav wan de jî hebe, li Rojhilata Navîn jî hebe. Daxwaza me ev e, rojek beriya rojekê aştiyek were vê derê û vê roja aştiyê bibe roja hemû cîhanê."

 Qada mitîngê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû dorpêçkirin û bergirên ewlehiyê di asteke asayî de hatin danîn. Axaftvanên mitîngê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli bûn. Nûnerên partiyên siyasî û Kurdî jî di mitîngê de cihê xwe girt û wan jî daxwaza aştî û aramiyê kir.  Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî piştgiriya xwe ji bo hevserokên şaredariyan ên dûrxistî ragihand û banga rêya çareseriyê li rayedaran kir.

Sînan Çîftyurek ji K24ê re ragihand: "1'ê Îlonê Roja Aştiyê, li hemû gelê me û li gelên cîhanê pîroz be. Herî zêde ji gelê me re pîroz be. Gelê me 150 sal in di bin destê şer de di bin destên tundiyê de gelek gelek tundiyên giran kişandin. Aştî herî zêde ji gelê me re hewce ye. Em hêvî dikin ku ji vê 1'ê Îlonê û bi şûn ve li bakûr, li başûr, li her devera Kurdistanê gelê me bi rêya aştiyê mafê xwe bi dest bixin."

Girseya Mitînga 1'ê Îlonê ber bi saetên êvarê ve zêdetir bû. Welatiyên ku beşdarî mitîngê jî bûbûn da zanîn ku ew bi piranî ji bo piştgiriya hevserokên şaredariyan ên ji kar hatine dûrxistin tevlî mitîngê bûne.

Welatiyekî jî got: "Peyama me ji bo 1'ê Îlonê, em dixwazin aştî çêbibe, em dixwazin yekîtî çêbibe."

Mitînga ku li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê hat kirin; 3 saet dewam kir. Piştî axaftinên siyasî; hemû parlementer û siyasetmedarên HDP'ê yên ku ji bo çalakiya li dijî qeyûm li Diyarbekirê ne; derketin ser dikê û silav li beşdaran kir.  Piştî axaftinên siyasî, beşdarên mitîngê li ber stranên hunermendên Kurd Şêrzad û Mem Ararat, demên bi coş derbas kirin.