Serok Barzanî piştevaniya xwe bo îdareya Mûsilê radigihîne

Îro Duşemê 02.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Parêzgerê Mûsilê Mensûr Murîd kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê 02.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Parêzgerê Mûsilê Mensûr Murîd kir.

Di hevdîtinê de rewşa îdarî û xizmetguzarî û debara nîştecihên Mûsilê û parêzgeha Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa koçberan û proseya vegeriyana navçeyên wan hate nirxandin.

Di vê civînê de Serok Barzanî ji bo îdareya Mûsilê, li karên wan yên bi navê xizmeta xelk û baştirkirina rewşa jiyana koçberan de palpiştiya xwe ya tevahî ragihand.

Her Di vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya hemahengiya berdewam ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgeha Nînowa de kir.

 

S. B