Dadgeha Mafê Mirovan jî dê careke din biryara azadkirina demîrtaş bide

Li Tirkiyê cara 11em Doza hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattîn Demîrtaş hate dîtin. Di doza ku Demîrtaş, Parêzerên wî û Rayedarên HDPê bi tu awayî beşdarî nebûn dadgehê bi piraniya Dengan biryara azadkirina Demîrtaş da. Rayedarên HDPê dibêjn heman iryar dê Dadgeha Mafê Mirovan Ya Ewropayê jî bê dayîn. Li gorî Parêzeran jî ji ber cezayê berê Demîrtaş niha nayê berdan.

K24- Enqere

Li Tirkiyê cara 11em Doza hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattîn Demîrtaş hate dîtin. Di doza ku Demîrtaş, Parêzerên wî û Rayedarên HDPê bi tu awayî beşdarî nebûn dadgehê bi piraniya Dengan biryara azadkirina Demîrtaş da. Rayedarên HDPê dibêjn heman iryar dê Dadgeha Mafê Mirovan Ya Ewropayê jî bê dayîn. Li gorî Parêzeran jî ji ber cezayê berê Demîrtaş niha nayê berdan.

Doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ev nêzîkê sê salin li girtîgeha Edîrneyê girtî ye cara yazdem 19emîn dadgeha cezayê giran a Sincana Enqereyê hate dîtin. Demîrtaş div ê doza xwe ya sereke dr bi 32 fezlekeyan, bi tohmetên ku propagandeya rêxistinê kiriye û bi endamtiya PKKê tê darizandin û142 sal ceza jê tê xwastin. Ev rûniştina ku dê 2 û 3yê îlonê bihata dîtin Demîrtaş, parêzerên wî û rayedarên HDPê bi tu awayî beşdar nabin.

Derbarê vê yekê de Berdevkê Hdpê Gûnay Kubîlay diyar kir ku Demîrtaş û parêzerên wî bi awayekî hiqûqî beşdarî dozê nebûne û ew bi hêvîne ku piştî biryara 19emîn dadgeha giran ya Enqera di 18ê Îlonê careke din dadgeha mafê Mirovan ya Ewropayê jî biryara azadkirina Demîrtaş bide.

Gûnay Kûbîlay, berdevkê HDPê, got: Di 4ê Mijdara 2016an de hevserokên me û parlementerên me bi awayekî siyasî dîl hatine girtin. Li Tirkiyê dadwer azad nînin û daraz di bin destê deshilatiya siyasî de ye û li gorî gotinên Erdogan biryar têne dayîn. Lê belê 19emîn dadgeha giran ya Enqere biryara azadkirina Demîrtaş da. Em bihêvîne ku di 18ê Îlonê de Dadgeha Mafê Mirovan Ya Ewropayê jî dê careke din biryara azadkirina Brêz Demîrtaş bide û Tirkiye jî dê vê biryarê karîger bike.

Li gel vê yekê 19emîn dadgeha giran bi piraniya dengan biryara azadkirina Demîrtaş da. Parêzerê Demîrtaş Levent Kanat jî dibêje herçiqas biryara azadkirina Demîrtaş hatibe dayîn jî ji ber cezayê xwe yê berê niha nayê berdan. Lê ewê serî li dadgehê bidin ku Demîrtaş bi serbestiya kontrolkirî azad bimîne.

Levent Kanat , parêzerê Demîrtaş, dibêje: 2ê Îlonê bidawîbûna betlaneya sala edlî ye û beriya dozê parêzer û Demîrtaş bi awayekî berfireh hevdîtin nekirin. Loma Em wek parêzerên Demîrtaş beşdarî dozê nebûn. Belê biryara azadkirina Demîrtaş hate dayîn lê ji ber cezayê wî yê 4 sal 8 meh nayê berdan. Lê belê ji bo ku ceyazî mayî

di mala xwe de bêkêşe emê serî li dadgehê bidin. Ji ber ku niha tenê 8 mehên Demîrtaş mane ku cezayê wî bi dawî bibe. Ev ceza jî weke serbestiya kontrolkirî dibe ku bê kişandin. Pêwîste Demîrtaş bê azadkirin.

Di doza sereke ya Selahattîn Demîrtaş de ku Demîrtaş û parêzerên wî bixwe beşdar nebûn bi piraniya dengan bi şertê kontrola edlî û qedexeye derketina derveyî Tirkiyê biryara azadkirina Demîrtaş hate dayîn. Lê belê ji ber cezayê demîrtaş yê 4 sal û 8 meh ew niha nayê berdan û doz ji bo 7,8 û 9ê Rêbendana 2020an hate taloqkirin.