Amadekariyên Heftemîn Festîvala Filman a Navdewletî ya Duhokê bidawî dibin
K24 – Duhok
Heftemîn Festîvala Filman a Navdewletî ya Duhokê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê hemû amadekariyên xwe bidawî kirine û Serokê Festîvalê jî dibêje, festival îsal gelek ji yên sala bûrî baştir dibe. Cîgirê Serokê Festîvalê jî dide zanîn ku 72 welat îsal beşdar dibin.
Parêzgarê Duhokê û Serokê Festîvalê Ferhad Etrûşî di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, 72 welat di Heftemîn Festîvala Filman a Navdewletî ya Duhokê de beşdar dibin. Wan hemû amadekariyên xwe ber bi dawiyê ve birine û festîva îsal baştir û cuda dibe û hejmarek mezin ji fîlma tên numayişkirin.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Festîvalê Bengîn Elî ji K24ê re diyar kir, armanca festîvalê bo wê hatiye damezrandin, rakêşana sînemakarên biyanî ye û ev armanc ta radeyekê gihîştiye armancên xwe û festival îsal bi diruşma pêkvejiyan û hevqebûlkirinê ye û rêjeyeke baş a fîlam hatine.
Festîvala Heftemîn a Filman a Dihokê yan Navdewletî ji 9 ta 16 Îlonê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê bi rê ve diçe. Tê de 102 fîlm dê bêne numayişkirin.