Gelo li Tirkiyê eger heye ku bi reforma darazê girtiyên siyasî bên berdan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhamît Gûl ragihand, ku bi reforma darazê, ew dê azadiya ramanan û mafên kesayetî biparêz in û ew dê darazê bihêztir bikin. Li gorî hiqûqnasan, ev daxuyaniyên Gûl û biryara azadkirina Demîrtaş bandora reforma darazê ye û eger heye, girtiyên siyasî jî, bi vê reformê bên azadkirin. Lê hin rojnamevan dibêjin, naveroka reforma darazê ne zelal e û Ak Partî û MHP li hev nehatin e, ku girtiyên siyasî bên azadkirin.
author_image Vural Erişmiş

K24- Enqere

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhamît Gûl ragihand, ku bi reforma darazê, ew dê azadiya ramanan û mafên kesayetî biparêz in û ew dê darazê bihêztir bikin. Li gorî hiqûqnasan, ev daxuyaniyên Gûl û biryara azadkirina Demîrtaş bandora reforma darazê ye û eger heye, girtiyên siyasî jî, bi vê reformê bên azadkirin. Lê hin rojnamevan dibêjin, naveroka reforma darazê ne zelal e û Ak Partî û MHP li hev nehatin e, ku girtiyên siyasî bên azadkirin.

Li Tirkiyê piştî destpêka sala nû ya Edlî niha çavê raya giştî di 1ê Cotmehê vebûna parelemntoyê ye. Ji ber ku di 1ê Cotmehê de bi vebûna parlemntoya Tirkiyê reforma darazê ya ku tê çaverêkirin rê li ber azadiya bi hezaran kesî veke di parlementoyê de bê nîqaşkirin û karîgerkirin. Herwiha Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhamît Gul jî da zanîn wan reforma darazê li ser hîvî û daxwazên gel amade kiriye û gavên demokratik û pir dengiya welatê wane. Ev gava ew tavêjin ji bo sala nû nexşereyêke ku mafê ramana azad, mafê kesayet dixe bin ewlehiyê.

Endamê baroya Enqerê Parêzer Yusuf Dere yê ku balê dikşîne ser biryara azadkirina Selahattîn Demîrtaş dibêje reforma darazê û daxuyaniyên wezîrê dadê her çiqas gavên derengmayî û kêmas bin jî ji bo hiqûha navxweyî destpêkeke baş e û eger heye ku piraniya girtiyên siyasî wek Demîrtaş bêne azadkirin.

Yusuf Dere,hiqûqnas, dibêje: Daxuyaniyên wezîrê dadê Ebdulhemî Gul yên derbarê reforma hiqûqê de û di 2ê Îlonê de ligel sala nû ya Edlî azadkirina Selahattîn Demîrtaş dide xuyakirin ku di warê daraz û hiqûqê de gavên erênî têne avêtin. Ji ber darbeya leşkarî ya 15ê Tîrmahê hiqûq navxweyî ya Tirkiyê bi temamî têk çûbû. Bi vê reforma darazê hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê tê guhertin. Bi guherînên yaseyî û reforman dê gelek siyasî jî bên berdan û dê pêşiya neheqiyan jî bê girtin.

Beramberî vê yekê rojnamevan Gokçer Tahîncîoglu jî diyar dike ku naveroka ferorma darazê ne zelal û ne diyare ki dê ev reform demkî bin ya demdirêj. Herwiha Tahîncîoglu dibêje Ak Partî û MHP li hev nekirine ku girtiyên siyasî bi reforma darazê bên azadkirin.

Gokçer Tahîncîoglu, rojnamevan, got: Reforma darazê ev heyameke dirêje di rojeva hikûmetê de ye. Lê belê naveroka reforman hêj ne hatine zelalkirin û kes nizane ku dê naverok çawa be û dê heta kengî ev reform bidomin. Herwiha AKP û MHP jî li ser

mijara berdana girtiyên siyasî û endamên PKKê li hev nekirine heta niha. Azadkirina Demîrtaş jî ne di çarçoveya reforma darazê de ye. Li gorî hiqûqê Demîrtaş pêwîst bû bê berdan.

Di 30ê Gulana 2019an de ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve belgeya stratejîk ya reforma darazê hatibû ragihandin û ev belge 1ê Cotmehê bi vebûna parlementoya Tirkiyê dê bê nirxandin. Ger ev reforma darazê karîger bibe herçiqas mijara rewşa girtiyên siyasî zelal nebe jî hiqûqnas dibêjin ku eger heye 60 hezar girtî bêne azadkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8f53b465-9a46-4252-b7f3-ce5ebec1a769/090419WXG.ism/manifest