Şanda 21 welatan “herêma ewle” û Idlibê bi Îtîlafê re guftûgo kirin

Li ser rewşa Sûriyê ji 21 welatan şandeka konsolos û dîplomatan serdana Îtîlafa opozîsyona Sûriyê kirin û civînek pêk anîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li ser rewşa Sûriyê ji 21 welatan şandeka konsolos û dîplomatan serdana opozîsyona Sûriyê kirin û civînek pêk anîn. Di civînê de avakirina devera aram ya li Rojavayê Kurdistanê, rewşa Idlibê  û mijarên din yê girêdayî pirsa Suriyê hatin gotûbêjkirin. Di civînê de Cihgirê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKS yê di nav opozîsyonê de Ebdulhekîm Beşar ragihand, pêwîst e li herêma ewle roleka sereke ya Pêşmergeyên Roj hebe û li wê deverê hêzên  girêdayî PKK ê nemînin.

Ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê ji 21welatên wek Amerîka, Fransa, Brîtanya û Kanadayê şandeke konsolos û dîplomatan serdana opozîsyona Suriyê kirin û civînek pêk anîn. Di civînê de li ser  avakirina devera aram ya li Rojavayê Kurdistanê,rewşa Idlibê, karên opozîsyona Sûrîyê û destpêşxeriya Fransî hat gotûbêj kirin. Cihgirê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Suriyê û nûnerê ENKS yê di nav opozîsyonê de berî destpêka civînê Ebdulhekîm Beşar ragihand, di vê civînê de ewê ji şanda Amerîkîyan re diyar bikin ku  pêwîst e li devera aram roleka sereke ya  Pêşmergeyên roj hebe û li vê deverê hêzên  girêdayî PKK ê nemînin.

Ebdulhekîm Beşar ji K24ê re got: “Emê behsa rewşa rojhilatê Feratê û  herwiha behsa hin tiştên kirêt yên ku derbarê xelkê Suriyê û bi taybetî derbarê Kurdan de tê gotin bikin.Em dixwazin devera aram çêbe û eger ev dever çêbe divê roleka sereke ya Pêşmergeyan hebe çimko deste Pêşmerge  paqij e spîye neketiyê nav xwîna tu kesê de, ji ber wê pêwîste roleke sereke ya Pêşmergeyan hebe û em ê  vê tiştê ji Amerîkîyan re bejim. Divê kesên bi PKK vê girêdayî li rojhilatê Fioratê neminin.”

Endamê Desteya Sîyasî yê Opozîsyona Sûriyê Ehmed Remezan jî berî destpêka civînê ragihand, di vê civînê de ewê daxwazê ji konsolos û dîplomatên van welatên beşdar bikin ku helwesta xwe ya li hember rejîma Suriyê zelal  bikin  û mekanîzmayeka sîyasî dinavbera aliyan de bidin destpê kirin.

Ehmed Remezan got: “Em dixwazin dewletên wek Amerîka û Ewropa helwesta xwe li  hember rejîma Sûriyê zelaltir bikin. Herwiha emê di vê civînê de daxwaz bikin bizanin, ka kî aliye nahêle li Sûriyê mekanîzmayek sîyasî bê rêvebirin, da ku  çareseriyek mayînde bê peyda kirin. ”

Ev civîna ku ji 21 welatan konsolos û diplomat beşdar bûyîn ji çapemeniyê re girtî hat rêvebirin û nûnerên Kurdan û Ereban ragihandin, pêwîst e êdî welatên mezin li Suriyê çareseriyek  sîyasî  û sivîl peyda bikin û milyonan koçberên Suriyê vegerin ser axa xwe.