Şanoya Mem û Zîn li Diyarbekirê hat pêşandan

Mem û Zîn, berhema navdar a Feylezofê Kurd Ehmedê Xanî; li Diyarbekirê, ji aliyê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lîstin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanoya Mem û Zîn a ku ji berhema feylozofê Kurd Ehmedê Xanî hatiye derhênandin, piştî 5 salan car din hat pêşandan. Lîstika şanoyê ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve li Diyarbekirê tê lîstin û ji tîmeke 60 kesan pêk tê. Ev şano, ji aliyê nivîskar Kawa Nemir ve li gorî Kurdiya rojane hatiye nivîsandin. Şanogeran ji ber kêmderfetiyê, şano li hola navendeke danûstendinê pêşkêşî temaşevanan kir û tevî vê yekê jî şano rastî eleqeyeke zêde hat. Şanoya Mem û Zîn li ser daxwaza şanohezan, dê heta 8'ê Îlonê dewam bike.

Mem û Zîn, berhema navdar a Feylezofê Kurd Ehmedê Xanî; li Diyarbekirê, ji aliyê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lîstin. Şanoya ku 5 sal berê ji aliyê nivîskarê Kurd Kawa Nemir ve li gorî Kurdiya rojane hatiye nivîsandin; ji aliyê şanoger Ruknettîn Gun ve hatiye derhênandin. Şanogeran, ji ber kêmderfetiya hêwaneke şanoyê, şanoya Mem û Zîn li hola navendeke dan û stendinê pêşkêşî şanohezan kir. Şanoger Kemal Ûlûsoy ku ji 20 salan zêdetir in di qada şanogeriya Kurd de cihê xwe digire,dibêje; ji ber ku ev lîstik ji berhema Feylezof Ehmedê Xanî hatiye derhênan, eleqeya ji bo vê şanoyê hîn zêdetir e.

Şanoger Kemal Ûlûsoy ji K24ê re got: "Piştî van salan, di derfetên teng de di nav vê hêwana dan û stendinê de bi awayê teknîkî, bi awayê reqisvanan, bi awayê guherîna lîstikvanan, me careke din prova kir û em derketin pêşberî gelê xwe. Ev şeva yekemîn e, li gorî roja yekemîn, bi rastî jî eleqe zêde ye û ev yek jî me kêfxweş dike."

Şano her wekî ku di berhema Mem û Zîn de derbas dibe; li ser evîna Mem û Zîn, Tacdîn û Stî û berhevdaniya Beko Ewan pêk tê, hat lîstin. Di şanoyê de bal tê kişandin ku kesekî fitneyan derdixe, dikare bandoreke çawa li ser pergala jiyana mirovan bike. Şanoya ku ji tîmeke 60 kesî hat pêk hat, bi şêwaza muzîkalê hat pêşandan, ji ber vê yekê jî bandora şanoyê hîn zêdetir li temaşevanan kir. Şanoger Yavûz Akkûzû jî di rola Beko Ewan de derket pêşberî temaşevanan û wî jî got ku ji bo pêşvebirina şanogeriya Kurd, hewcedarî beriya her tiştî bi temaşevanan heye.

Şanoger Yavûz Akkûzû dibêje: "Li gorî min, hunera Kurdî dema ku dengbêjek tiştekî dibêje, çîrokekê dibêje, di nav wê de lîstik jî heye, muzîk jî heye. Wekî rîtuelên me yên berê yên gundan bifikirin, muzîk û reqis û lîstik hemû di nav hev de bûn. Ango me xwest em formeke şanoya Kurdî ava bikin, bi vê formê em ketin nav vê lîstikê û li gorî min jî lîstikek xweş derket holê."

Şanoya Mem û Zîn, piştî 5 salan di 6'ê Îlonê de derket pêşberî temaşevanan û dê heta 8'ê Îlonê bidome. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli yê ji kar hatiye dûrxistin jî ji bo piştgiriyê li cem şanogeran cihê xwe girt. Şanoya ku 2 saetan dewam kir, rastî eleqeyeke zêde ya şanohezan hat.