Tirkiye: Em ji helwêstên Amerîka dilgiran in!
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavusoglu got: Amerika dixwaze ji bo PKKê û YPGê herêmek aram durist bike.
Em dixwazin Herêmên Aram, ji bo ewlekariya me ya neteweyî werin durîstkirin û penaberên Sûrî vegerîn in van deveran.
Çavuşoglu diyarkir: “Lê, armanca Amerika dîyar e, ku hevkariya xwe li gel PYDê berdewam dike. Gavên têne avêtin jî, bes ji bo dereng xistinê ne.
Mevlud Çavuşoglu - Wezirê Derve yê Tirkiyê, anî ziman:
Amerika alîkariya xwe ji bo PKKê berdewam dike û wan diparêze. Wekî Serokomarê me gotiye: Amerika dixwaze ji bo PYDê û PKKê deverek aram durist bike. Li hemberî vê helwesta Amerîka, Tirkiye dê çi bike, ji xwe plana me amade ye. Em dê operasyonek leşkeri pêkbîn în, rêxistina terorist jinav bibin û welatiyên Surî li van deverên aram bicîh bikîn. Ev e plana me û zelal e”.
C.B