PAK: Şoreşa Îlonê li her çar aliyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera berpabûna Şoreşê Îlonê peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera berpabûna Şoreşê Îlonê peyamek belav kir û tê de ragihand, Şoreşa Îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.

Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Îro 58emîn salvegera Şoreşa Îlonê ye. Di 11ê Îlona 1961ê de bi rêberatîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir Partîya Demokrat a Kurdistan, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî Dewleta Iraqê serî hilda.

Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û  şikesteke mezin xwe berda ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê.

Şoreşa Îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr  û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.

Şoreşa Îlonê şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa Îlonê  li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar aliyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist.

Piştî Şoreşa Îlonê bi 9 salan, piştî serîhildana gelê me ya qehremanane, Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel Mele Mustafa Barzanîyê nemir rûne.

Roja 11.03.1970an Rêberatîya Şoreşa Başûrê Kurdistana (Partîya demokrat a Kurdistanê) û Dewleta Iraqê Peymana Otonomîyê  îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomîyê,  ango sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.

Em di 58emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû şehîd û kedkarên Şoreşa Îlonê bi giramî bibîr tînin.