Demirtaş bo HDP: Daxwaza dayikan di cîh de ye û rewa ye

Hevserokê Berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş bal dikşîne ser çalakiya dayikên li pêş deriyê HDP û dibêje, ji bo malbat bigihin zarokên xwe, divê bang li PKK were kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş bal dikşîne ser çalakiya dayikên li pêş deriyê HDP û dibêje, ji bo malbat bigihin zarokên xwe, divê bang li PKK were kirin.

Demîrtaş ji zîndana Edîrneyê, taybet bo çalakiya dayikan ên li pêş deriyê şaxa Diyarbekrê ya HDP peyamek belav kir. Da zanîn, daxwaza dayikan liser her tiştî ye, divê rêz lê bê girtin û bo bicîhanîna daxwaza wan helwest bên nîşandan.

Da zanîn, helbet desthilat bi armanca reşkirina HDP û tawanbarkirina wê, piştevaniya çalakiyê dike, lê daxwaza dayikan di cîh de, siruştî û rewa ye. Eger siyaset nikaribe pirsên weha çareser bike, wê demê siyaset xapandin e.

Da xuyakirin, di nav wan de, dayikên leşker û polîsên di destê PKKê de jî hene û got,  HDP wek deriyê çareseriyê dibîn in û divê HDP bê bersiv nemîn e. Demildest banga dayikan bigihîne PKKê û ji bo çareseriya bingehîn jî, li Parlamentoyê û derveyî Parlamentoyê komîsyon werin sazkirin û bingeha pêvajoya aştî û demokrasiyê were danîn.

 

 

 

C.B