Rûsya: Rêvebiriya Xweser xwedî sistemek zordar e

Wezareta derve ya Rûsyayê radighîne, binpêkirinên HSD li dijî welatiyên, ku li dijî Rêveberiya wê radiwestin, berdewam in û her diçe zêde dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Rûsyayê radighîne, binpêkirinên HSD li dijî welatiyên, ku li dijî Rêveberiya wê radiwestin, berdewam in û her diçe zêde dibin.

Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova, di kongreya xwe ya heftane de ragihand, nerazîbûnên li dijî HSD, ji aliyê wan welatiyên, ku li dijî sîstema zordarî ya Rêveberiya wê radiwestin, berdewam in. Bi taybetî jî, leşkeriya neçarî û eşkere kir, di meha borî de, çendîn xwenîşandan li dijî HSD hatine lidarxistin.

Beriya niha jî, medya fermi ya hikûmeta Sûriyê ragihandibû, ku HSD binpêkirin di derheqê welatiyên parêzgehên Dêrazorê û Reqayê de encamdan e. HSD jî, gelek caran ew daxuyaniyên hikûmetê red kiribûn.

 

 

 

C.B