Ahmet Davutoglu jî, ji AK Partî veqetiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê berê yê AK-Partiyê Ahmet Davutoglu dest ji partiya xwe berda.
Davutoglu bi kombûneka rojnamevanî eşkere kir: Êdî di nava AK-Partiyê de derfetên siyasetê ji bo wî nema ye û AK-Partî ji hêjayî û prensîbên xwe yên dema hatibû damezirandin dûr ketiye. Ew dest ji AK-Partiyê berdide û di demek nêzik de tevgerek nû ava dike. Davutoglu dema destberdan a xwe ji AK-Partiyê ragihand hestyar bû û rondik rijand.
Hefteya borî Rêveberiya Navendî ya AK-Partiyê pêşniyara jikardûrxistina Ahmet Davutoglu û 3 parlementerên berê yên AK-Partiyê kiribû.
C.B