Partiyên bakur, teqîna Pasûrê şermezar dikin

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) teqîna Pasûrê, ku bû egera can jidest dan a 7 welatiyan û giran brîndarbûn a 10 welatiyan, daxûyanî ragihandin raya giştî

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) teqîna Pasûrê, ku bû egera can jidest dan a 7 welatiyan û giran brîndarbûn a 10 welatiyan, daxûyanî ragihandin raya giştî. Bûyer bi tundî şermezar kirin.

Kopyeyek gihandin K24. Ev naveroka daxûyaniyan e.

 

Dîsa Kesên Sîvîl Bûne Qurbanên Tundutijiyê

Li bajaroka Pasurê ya gîrêdayiya Amedê, teqinek çêbû û di encama teqinê da 7 gundî canê xwe dan û zêdetir 10 kes jî birîndar bûn.

Zanyariyên seretayî nişan didin, ku teqina hanê karê PKK ye.

Teqina hanê di zirufekê usa da çêbû, ku bertekên demokratîk li hemberê qayyuman lî qada newnetewî jî bilind dibû, ji ber çalakiya daykan li peşiya avahiya HDP li Amadê, gengeşî li

ser siyaseta tundutijiyê pirtir dibû û hêviya derketina Selahaddin Demîrtaş ji zindanê xurttir dibû.

Sedemên bingehîn a teqina hanê, pêgirî li ser siyaseta çareser kirina pirsa Kurd bi rêka tank û top e, xebata çekdarî ya PKK ye.

Em bi tundî bûyerê hanê mehkum dikin.

PKK herçi zûtir û bê qeyd û şert divê agirbes ilan bike, dev jê siyaseta xebata çekdarî berde, ku bûye astengê mezin li peşiya xebata legal û demokratîk û binbesta tundutijiyê kurtir dike û

bi vî awayî zirar dide gelê Kurd û tevgera azadî û demokrasiyê.

Banga hikumeta AK Parti dikin, ku dev jê siyaseta dewlete ya derheqa pirsa Kurd berde, bona ku pirsgirêka Kurd bi rêka diyalog were çareser kirinê, gavên demokratîk bavêje û dev jê

operasyonen leşkerî li Kurdistanê berde.

Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbata qurbaniyên teqina hanê dikin, şirikê xema wan in saxî û silametî ji bona birîndaran dixwazin.

13 Îlon 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

.....

Şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û çalakîyên çekdarî yên PKKyê divê bi dawî bên

Li Pasûr (QULP) a Navçeya Amedê, di roja 12.09.2019an de di encama  teqînekê de, 7 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn. Em vê êrîşê şermezar dikin. Me her cûreyeke êrîş û çalakîyên terorî yên ku zerarê dide sivîlan,  bêyî  teredut şermezar kir, îrô jî em her şermezar dikin.  

Dewleta Tirkîyeyê  ji bo destkeftîyên gelê me ji holê rake, ji bo rê li ber xebat û çareserîya sîyasî, sivîl, demokratîk bigire,  li Bakur û Rojava û Başûrê welatê me şer û êrîşên xwe didomîne. PKK jî bi şerê xendek û barîkatan, bi çalakîyên xwe yên çekdarî  ku zirarê dide gelê me, rê ji êrîşên Dewleta Tirkîyeyê xweştir kir, xweştir dike.

Heta ku ev şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê berdewam bin; heta ku PKK  êrîş û çalakîyên xwe yên çekdarî  yên ku zerarê digihîne gelê me, digihîne doza me berdewam bike, dê kuştin û wêranî  her li ber derîyê me bin.

Mafê tu kesî tune ye ku  meşrûbûn û însanîbûna çalakîyên Dayikên Şemîyê jî, dayikên li ber derîyê avahîya HDPyê li zarokên xwe digerin jî  bixin ber gengeşîyan, tune bihesibînin; ev bê wicdanî ye. Ev daxwaz û hestên dayikan, encama vî şerî ne, encama sîyaseta binpê kirina  maf û azadîyên mirovan e. Û nabe ku tu kes ji bo armancên xwe yên qirêj  van hestên dayikan îstîsmar bikin.

Heta ku ev şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê berdewam bin; heta ku PKK bi êrîş û çalakîyên xwe yên çekdarî  yên ku zerarê digihîne gelê me, digihîne doza me berdewam bike,  bi  hezaran gelê me yê sivîl rojekê li Pasûrê(QULP), rojekê li Qoserê, rojekê li Amedê yan jî li cîhekî din dê bibin qurbanîyên vî şerî û van çalakîyên çekdarî.

Ji bo rê ji çaresrîyeke sîyasî û sivîl re vebe,  ji bo dawî li van kuştinan bê, divê Dewleta Tirkîyeyê demildest vî şerî û van êrîşan bidawî bîne. PKK jî , divê bi şer  û li çalakîyên xwe yên çekdarî   ji Dewleta Tirkîyeyê re rê xweştir neke û   bêyî ku li hêvîya sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê bimîne, divê demildest dawî li şerî û li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.

Nabe ku qebûl kirina maf û azadîyên gelê me yên netewî, demokratîk,  ji ber vî şerî bêne paşguh kirin, bêne tecîl kirin, bêne red kirin. Divê em bi awayekî girseyî û bi biryardarî ji  helwesteke bi  vî rengî  re bêjin ‘na’.

Divê ji bo çareserîyeke  sîyasî, sivîl, demokaratîk  ya rasteqîn  gav bêne avêtin. Divê li ser bingeha maf û azadîyên gelê Kurd û Kurdistanê, hemû partîyên kurdistanî, hemû alîyên berfireh yên Kurd û Kurdistanî mixatabê çareserîya sîyasî bin.

13.09.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê