Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin

Îdo Husên:

K24 – Navenda Nûçeyan

Afrandin, dahênan û cudewazî armanca her hunermendekî rasteqîne ne, bi taybet heger xwedî behreyeke resen û amrazeke derbirînê ya xurt be, ku dikare behreya xwe veguherîne berhemine nû û ciwan. Deziyeke veşaretî di her hunerekê de vedibirûse, heger hevahengî û harmonî di navbera pêkhateyên xwe de hilgire û reng, rehend û naverok li hev bibanin.

Hunermend û peykersazê Kurd Îdo Husên yê ji gundê Ehresê yê ser bi Helebê ve ye, derçûyê kolîja Mafnasiyê sala 1992an e û ji sala 1987 ta 1993an hunera şêwekatiyê li Navenda Fethî Mihemed li Helebê xwendiye û di sala 2010an de bû endamê Sendîkaya Hunerên Ciwan a Sûrî. Peykersaz Îdo Husên ji ber rewşa şer ji Sûriyê di sala 2012an de derdikeve, li Libnan û di piştre li Tirkiye demekê dimîne û di 2016an de li Fransayê bicih dibe. Di navbera Heleb, Şam, Diyarbekir, Nemsa, Almanya û Fransayê de beşdarî di gelek pêşangehan de kiriye. Herwiha yek ji damezrênerên Komela Reng Art e.

Em dikarin li cem qonaxên destpêkê yên tê de behreya te ya hunerî vebûbû rawestin. Çawa te di hunava xwe de hest kir ku peykersaz yan wênexêzek heye? Çi tiştî hîşt tu ber bi vê esmanê dahênanê ya cadûbaz biçî?

Îdo Husên: Ez ji malbatekê me, ti kesek tê de mijûlî hunerê nedibû, lê ji biçûkaniyê ve min dest bi resimandinê kir û piştre jî derbasî hunera peykersaziyê bûm. Di bîra min de ye, dema di qonaxên seretayî û amadehiyê de bûm, merivên min yên keç û jin dihatin cem min ji bo ez li ser qumaş biresimînin û piştre jî ew dezî û derziyê “qenewîç” çê bikin.

Çima peykersaz Îdo Husên hunera peykersaziyê hilbijart, di demekê de dibînin tablo bêhtir cihê xwe di pêşangehan de dibe.

Îdo Husên: Hilbijartina min ji hunera peykersaziyê re ne bi destê min bû, belkû ji hezkirina min jê re bû. Tevî dijwarî û astengiyên rûbirûyî hunera peykersaziyê dibin wek belavkirin, barkirin û berawirdkirina wê bi hunera şêwekariyê re, lê ji hunereke din bêhtir ez xwe tê de dibînin.

Bi baweriya te peykerê xwedî sê rehend, ji tabloya durehendî hêsantir digihe hizrê kesê wergir, ji bilî ku dibe şêwazên hunerî yên nûjen li pêş kesên ne pispor bibin astengî?

Îdo Husên: Di baweriya min de em nikarin tabloyê û peykerê bixin du aliyê nakok, ji her yekê ji wê re cih û bandora wê heye, ev ji aliyekî ve. Ji aliyê gihîştina wê bi kesê wergir ve, huner bi giştî ne tenê peykersazî, her diçe ji xelkê bi dûr dikeve, ev jî vedigere dûrketina wê ji cewherê wê “Huner ji bo mirov e”

Tu serederiyê bi kanzeyên hişk kevir, dar û hesinan re dikî, çawa wan kanzeyên hişk dikî babetên bedew û zindiyatî, ciwanî û sirûşê tê de diçînî?

Îdo Husên: Ev cewherê peykersaziyê ye, li vir xurtî û cudahiya wê ji hunerên din û mayîna wê diyar dibe, ku ji hişktirîn kanze bedewî û giyanekê diafirîne û hestên mirov dipelîne û hin caran digihe asta sersamê. Li vir peyama ku pê bawer im ji hunava min dizê, dema kar bi hişktirîn kanze wek kevir û granît û tiştên din dikim û wan dikim berhemine hunerî, gelek şahî û mestî didin min.

Her hunermendek xwedî doz û peyamekê ye û xebatê ji bo wê dike, peyama Îdo Husên hewl dide wê bi riya peykerên xwe bigihîne çi ye?

Îdo Husên: Peykersazî amraz û zimanekî axaftin û pêwendiyê ya cîhanî ye, dikare hemû astengiyên ziman û cudahiyên mirovî derbas bike. Rawestandin û nerîna li her karekî, yan rûyekî ji rûyên min yên kevirî, bi baweriya min û gelek kesên din, dikare rewşine mirovî yên bi bandor biafirîne û dikare bibin pireyek di navbera peyker û kesên lê pêş radiwestin de.

Şer çawa bandorê li karên te dike, bi taybet em dibînin gelek kar li ser koçberî, şer û wêraniyê ne û tê de gelek tarîtî heye?  

Îdo Husên: Berûvajî şer, aştî, dilniyabûn, bedewî û huner e. Di baweriya min de li vir cewher û bandora hunerê tê, anku perwerdekirin û zelalkirina riftar mirov e û gihandina wê bi asta bedewî û xêrê, ne tenê bercestekirina bobelatên şer û şermezarkirina wê bi awayekî rasterast e.

Çi tişt niha mirov diarîne ku cîhanên ji bedewiyê pêşan bide, niha di vê dema pir kuştin, wêranî û koçberî de? 

Îdo Husên: Bi tekezî û wek min pêştir jî gotiye, di vê cîhana herî qirêj de û mirov bi awayekî gelekî xirap ji bo hin armancan tê bikar û di siya van hemû kuştin, wêranî û koçberiya bi ser me de hatiye, ti rê û amraz ji hunerê bilindtir nîn e ku mirovatiya me ji cîhana qirêj biparêze.

Hunera peykersaziyê sûde ji teknîkên nûjen wergirtiye, bi awayekî ku ji şêwazên xwe yên kevin derkeve? Babetên taybet hene ji kêvir re dibin, ji herî û hesin yan ji dar re nabin?

Îdo Husên: Tabî peykersazî wek hemû hunerên din bi awayekî rasterast bi pêşveçûna mirov di hemû waran de ve girêdayî ye û şêwaz û berhemên wî bi pêş ve diçin. Nisbet karê min, ez ne destpêkê bi babetê hizr dikim û piştre li kanzeya (kevir, yan dar) guncaw ji wê babetê re digerim. Ez bi awayekî cuda kar dikin, ez destpêkê li kanzeyê digerim, ew bi xwe min ber bi xwe ve dikişînin û bi xwe gelek hêlên kar nîşanî min didin, wek ku em dayîn û afrandinê diyarî hev dikin, ta digihin karê hunerî yê bercestekirî.

Hin dibêjin ku derbirîna bi rêkûpêk ji babeteke hêsan re, ji babeteke bedew lê bi asteke nizim tê pêşandin baştir e! Çawa dibînî?

Îdo Husên: Na, şêwazê hunerî yê babetê çi hêsan, zehmet, bedew, yan xirap e ew çarçova balkêş û bedew diyar dike û wê digihîne asta serinrakêşî û bayixdanê, her wiha ew bi awayê xwe yê rast û bi bandor digihe xelkê.

Bi baweriya te cemawer çawa dikare cudahiyê bixe navber karên hunerî û asta wan ji hev veqetîne, bi taybet ku em di demekê de ne rexnegirî nîn e?

Îdo Husên: Huner wek evînê ye, dema li pêş karekî hunerî radiwestin, bi hestên xwe yên bi rewşenbîriyê têrkirî û ezmûnên xwe nerîna xwe pê didin, ji ber wê hukmê me di helwestê de dibe û tiştê li pêş karê hunerî hest pê dikin biryara yekalîker dibe, ev li ser asta kesayetî ye. Lê li ser asta giştî, mixabin di siya girîngîpêdana mirovan bi warên din, huner di hemû waran de bi paş ve diçe.

Bi baweriya te hunermendê Kurd alav û zimanê şêwekariyê yê bikare pê rewşa Kurdî bipelîne bi dest xwe ve aniye?

Îdo Husên: Bi awayekî rasterast û bi tekezî na, lê bi giştî Kurd bi hunera xwe di hemû waran de naskirî ne, ji ber ku li pêş bend û qedexeyên di piraniya warên zanîn û zanistê de li ser wan hatine sepandin, huner cihê wan ya tekane ye, ku bikarin hest û baweriyên xwe derbirînin.

Çawa Tevgera hunerî ya peykersazî û şêwekariyê ya Kurdî bi taybet li Rojavayê Kurdistanê dinirxînî?

Îdo Husên: Ew wêneyeke biçûk a civakên rojhilatê ya bi giştî ye. Di baweriya min de heger em wê bi civakên din ên xwedî dezgeh û karîn hevrû bikin em li pêş in û em xwedî gelek karîn û behreyan e û dê hebûn û pêgeha me di cîhana hunerê de bi giştî hebe.       

 

Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin
Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin