6. Festîvala Navdewletî ya Kulturên Cuda li Ranya birêve diçe

Sibe 19. 9. 2019an li bajarê Ranyayê Festîvala Navdewletî ya Kulturî ya netewên cuda birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sibe 19. 9. 2019an li bajarê Ranyayê Festîvala Navdewletî ya Kulturî ya netewên cuda birêve diçe.

Navenda Rayel a Kulturî belav kir, di festîvalê de ji bilî ku hejmarek grûpên Kurdistanê, grûpên hunerî û kulturî yên welatên din jî beşdar in û çalakiyên xwe yên hunerî û kulturî pêşkêş dikin.

Amaje bi wê jî da, festival bi beşdariya grûpên ji Urdin, Hindistan, Mexrib, Misr, Iraq, Meksîk, Îran, Xurasan û çendîn tîmên netewî û hunerî yên bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê jî beşdar dbin.

Festival îsal a şeşemîn e û Navenda Rayel a Kulturî a Netewên Cuda li bajarê Ranyayê lidar dixe. Armanca festîvalê ew e, çand û kultura netewên cuda bi hev bide naskirin.

 

S. B