Salvegera biryara biwêrek a gelê Kurdistanê ye

Dema roja 07.06.2017an Encûmena Bilind ya Referandumê hat pêkanîn, piraniya partiyên siyasî yên Kurdistanê li dora Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema roja 07.06.2017an Encûmena Bilind ya Referandumê hat pêkanîn, piraniya partiyên siyasî yên Kurdistanê li dora Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî civiyan û bi hev re ragihand: “Dema wê ye gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ta bê zanîn serxwebûnê dixwaze, yan piştî wan hemû êş û azarên bi serê wî de hatiye dixwaze di çarçova Iraqê de bimîne.”

Her di wê civînê de roja 25. 09.2017an wek roja birêvebirina referandumê hat diyarkirin û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsînê dest bi amadekariyan kir, ji bo referendum bê encamdan.

Her çend e ji destpêka biryarê ve piraniya welatên navçe û cîhanê û berpirsên Hikûmeta Iraqê bawer nekirin Kurd pêngaveke bi vî awayî bavêje, lê pirsa referandumê bû dosya sereke ya medyayê navxwe ya Iraqê, navçe û cîhanê û wê biryarê navçe hejand, ji ber ku ji heyama zêdetir ji 100 salên bûrî ve karîna hilgirtina pêngaveke bi vî awayî ji Kurd re nehatibû pêş, ji ber wê serkirdatiya Kurd bawer dikirin ku niha dema guncaw e û divê gel gotina dilê xwe bike.

Iraq, welatên navçê û çend welatên din daxwaza derengxistina referandumê kirin, lê Encûmena Bilind a Referandumê ti altirnativek ji referandumê de nehat ber destê wê û ti awayekî bi wan daxwazan qayil nebû, ji ber ku pirsgirêkên Herênê bi Hikûmet û Dewleta Iraqê re gihîştibû lûtkeyê û wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Kurd digotin: “Baweriya Bexdayê bi hevbeşiyê nemaye û zêdetir ji 55 birge û bendên destûrê binpê kirine, heger em nikarin du hevbeşên rasteqîne bin, baştire bibin du cîranên baş.”

Li gor axaftinên berpirsên Hikûmeta Herêmê û Wezareta Pêşmerge, di heyama 4 salên şerê li dijî DAIŞê de, Bexdayê hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nekiribû û heta rê li pêş gihîştina çek û keresteyên leşkerî yên civaka navdewletî ji Pêşmerge re dişand jî digirt. Ji destpêka sala 2014an ve û ji serdema fermandariya Nûrî Malîkî ve, Bexdayê budceya Herêmê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê birîbû, yekalîkirina pirsgirêkên navçeyên Kuridstanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî ti pêşveçûnek tê de nehat kirin, dosya petrol û gaze jî wek xwe mabû, wê yekê jî serkirdatiya Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê ji Bexdayê zêdetir bêhêvî kiribû. Berpirsên Bilind ên Herêma Kurdistanê amaje bi wê dikirin, dema Kurd bi daxwaza xwe di çarçova Iraqê de dijî û li gor destûrê xwedî mafê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide ye, lê binpêkirina mafên wî û pabendnebûna Bexdayê bi destûrê, wî mafî dide Kurd bîr li bijardeyên de bike û gel biryara xwe bide, çi dixwaze?

Referendum ne diruşm bû, roj li dû rojê aheng û kernevalên berfereh ji bo referanduma serxwebûnê li hundir û derveyî Kurdistanê hatin lidarxistin, lê hin aliyên nûnerên xwe di nava Encûmena Bilind a Referandumê de hebûn, ne milê xwe dan ber bangeşeyê û ne wek dihat xwastin kar ji bo serxistina wê proseyê kirin.

Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû, lê her xwe wek Pêşmergeyê riya rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dizanî û erkê giran birêve dibir, rojane çendîn şandên navxweyî û derveyî dihatin ew didîtin û fişarên mezin dixistin ser wî, ta ji biryarê bi paş ve vekişe, di heman demê de jî serkarwanê bangeşkarê referandumê Kurdistanê bû, ne tenê wê demê, heta di dawî hevdîtina wî berî referandumê bi kenala “Al-Jazeera” a Qeterî re ku şeva 23. 09. 2017an hat belavkirin got: “Her rijd im li ser wê yekê, ku mafê biryardanê û diyarkirina çarenivîsa xwe ji gelê me re heye.”

Barzanî di gotarên bangeşeya referandumê û di hevdîtinên medyayî yên navxweyî û derveyî de digot: “Referandum mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye, mafekî asayî, yasayî û destûrî yê gelê Kurdistanê ye. Binpêkirina destûrê, lihevkirin, hevbeşiyê û birîna nanê gelê Kurdistanê han da gelê Kurdistanê ku referandumê encam bide, heger destûr bihata bicihkirin, Iraq nedigihîşt vê rojê.”

Referendum piştevaniyeke mezin ji aliyê Kurdên navxweya Herêma Kurdistanê, derveyî Kurdistanê û perçeyên din ên Kurdistanê ve jê re hat kirin û aheng û kernevalên mezin lidar xistin, çendîn korbend û civîn birêve çûn û ji Kurd re derfeta derbirîna li xwe û li mafên xwe wek derfeta dîrokî bû, lê Bexdayê lawaziya dewleta Iraqê bi sedema 4 salên şerê DAIŞê Kurd tometbar dikir ku fersend dîtiye, ji bo rêgiriyê li referandumê bike jî gefên mezin li gelê Kurdistanê dixwar, bi Îran û Tirkiyê re çendîn hevdîtin, civîn û rêkeftinên jêrbijêr kirin, gefa daxistina sînor û êrîşa leşkerî li ser Herêma Kurdistanê xwar, ta ji birêvebirina referandumê poşman bibe, lê ji ber nebûna altirnatîva referandumê û nebûna gerentiyeke navdewletî ji bo diyarkirina demeke din û çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re nehat ber destê Kurd, Serok Barzanî piştî civîna bi Encûmena Bilind a Referandumê re ragihand: “Referandum nayê paşxistin û çawa dibe, bila bibe”.

Sibeha roja 25. 09. 2017an, ji gelê Kurdistanê re wek cejnekê bû, ew nû ji metirsiya DAIŞê derketibûn û bi hêviyeke mezin çûn ser sindoqan, ta bersiva wê birsê bidin, “Ma dixwazî serbixwe bibî, yan bi Iraqê re bimînî?” lê nêzîkî ji sedî 93 ji rûniştvanên Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Kurdên li derveyî Herêma Kurdistanê bi dengê “belê” dan serxwebûnê. Li gor nerîna çavdêrên navdewletî, referendum li gor pîvanên navdewêletî birêve çû.

Lê fişarên û gefên li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bûn, Iraq û welatên navçeyê artêşên xwe li sînorê Herêma Kurdistanê kom kirin û dest bi manorên leşkerî û xwenimayişkirin kirin, gefa biçîbûnê û piştre biryarên Perlemana Iraqê bi ser Herêma Kurdistanê de hatin sepandin û gelê Kurdistanê hat sizadan, geşta firokxaneyên Herêmê hatin rawestandin û Bexdayê çendîn rênima li dijî gelê Kurdistanê girtin ber, lê serkirdatiya Kurdistanê neçû bin barê wan fişaran û amade nebû encamên referandumê hilbiweşîne, tevî ku bi berdewam digortin, “Roja piştî referandumê dewletê ranagihînin”

 

S. B