Biro: Komîta Destûrê “rewatiya bi tenê” ji rêjîmê distîne

Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyê de Îbrahîm Biro ragihand, pêkanîna Komîta Destûrî di bin çavdêriya navdewletî de serkeftinek ji hemû gelê Sûriyê re ye.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê ENKSê di opozîsyona Sûriyê de Îbrahîm Biro ragihand, pêkanîna Komîta Destûrî di bin çavdêriya navdewletî de serkeftinek ji hemû gelê Sûriyê re ye.

Endamê şanda bilind a Desteya Danûstandin a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro ku ji bo beşdarbûna di civînên Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê ye, ji K24ê re ragihand, şanda wan li perawîza civînên Komela Giştî bi Şanderê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Gier Pedersen û şanda Amerîkî bi serokatiya Şanderê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery, şandên Almaya û Fransayê re civiyane.

Îbrahîm Biro ku nûnerê ENKSê di Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê de ye, da zanîn jî, di her du civînan de wan behsa pêkanîna herêma ewle, Komîta Destûrê û şerê li Sûriyê û pirsa penaberan guftûgo kirine û nerîna xwe gihandin herdu aliyan.

Biro amaje bi wê kir, pêkanîna Komîta Destûrî di bin çavdêriya navdewletî de serkeftinek ji hemû gelê Sûriyê re ye, ji ber ku rewatî tenê ji rêjîma Sûriyê re namîne.

Derbarê pirsa “herêma ewle” de Biro got: Wek ENKSê dibînin ku ev rêkeftin baş e heger navçeyên Kurdî ji şer dûr bixe. Tekez kir jî, ew derbarê nakokiyên Amerîka û Tirkiyê li ser wê herêmê, ew dikarin bibin beşek ji çareseriyê.

Herwiha got: Em dikarin aliyê îdarî û parastinê de alîkar bin, ji bo rêveberiyeke nû li wê herêmê ava bibe.

Derbarê pirsa vegera penaberan de jî da zanîn, ENKS û opozîsyona Sûriyê hevnerînin, ku divê penaber vegerin cihê xwe û nabe xelkê deverekê li devereke din bê bicihkirin û divê rê li ber guhartina cugrafî ya li ser erdê çê dibe bê girtin.

 

 

S. B