Amerîka bi pêşniyaza li ser F-35 çi ji Tirkiyê dixwaze?

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mijara fIrokeyên F-35 û Patroîtan weke kêşeyekê berdewam dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mijara fIrokeyên F-35 û Patroîtan weke kêşeyekê berdewam dike û dihate çaverêkirin ku Amerîka ji ber kirîna mûşekên S-400 gemaroyan li ser Tirkiyê karîger bike. Lê belê Washîngton xwe amade dike bi pêşniyazên nû derkeve pêşberî Tirkiye di mijara F35 û Patroîtan de. Li gorî pisporên Tirkiyê Amerîka pêşniyazên nû nînin tenê dixwaze armancên xwe pêk bîne. Hin layen jî dibêjin Amerîka ji bo ku barê xwe yê aborî sivik bike Tirkiyê daxilê bernameya F-35 dike.

Piştî ku di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 ji Rûsyayê bo Tirkiyê hatin veguhestin Tirkiye ji bernameya hilberîna frokeyên F-35 de hatibû derxistin, pêşiya kirîna mûşekên patroît hatibû girtin û Washîngtonê biryar dabû ku gemaroyên gran li ser Tirkiyê karîger bike. Lê belê di şûna ku gemaro bêne karîgerkirin Amerîka pêşniyazeke nû di mijara F-35,Partoît û hecma aboriyê ji 20 mîlyar dolarî bilindbike 100 milyar dolaran pêşkeşî Tirkiyê dike. Tê çaverêkirin ku ev pêşniyaz di rojên bê de ji aliyê balyozê Amerîayê yê Enqerê Setterfîeld ve ji rayedarên Tirkiyê re bê raberkirin.

Li gorî pisporê pêwendiyên navdewletî Engîn Oktem di rastiyê de pêşniyazeke nû tune ye, pêşniyazên berê tên dubarekirin û bi vê yekê jî Amerîka dixwaze ku çend armancên xwe pêk bîne.

Engîn Oktem ji K24ê re got: “Amerîka ev heyameke dirêje ku di mijara Minbic û rojhelatê Feratê de Tirkiyê dixapne. Loma Di serî de ji bo ku YPG bê parastin, devera aram gor Tirkiyê neye ava kirin û operasyonekê pêk neyê Amerîka ev pêşniyazên xwe raber dike. Çimkî Amerîka ev bi salan e alîkariya YPGê dike û naxwaze planên wê têk biçe. Ligel vê yekê Washîngton dixwaze çekên xwe bifiroşe û aboriya xwe baştir bike. Herwiha ji bo ku Tirkiye mûşekên S-400 aktîf neke ev pêşniyaz tê kirin.”

Ligel vê yekê senatorê Emerîkî Lensy Graham jî ragihandibû ku girînge Tirkiye di bernameya hilberîna frokeyên F-35 de bimîne.

Generalê Tirk Kûrşat Atilgan jî dibêje proseya kirîna frokeyên F-35an di sala 2001an de dest pê kiriye û Tirkiyê pereyeke zêde daye. Loma Amerîka carekedin neçarî Tirkiyê daxilê vê bernameyê dike.

General Kûrşat Atilgan dibêje: “Di sala 2001an de dema ku ez di nava hêzên hewayî de serfermandar bû wê çaxê me ji bo Frokeyên F-35, 250 milyon dolar dabû. Wê rojê heta îro me milyarek û 500 milyon dolar pere daye bo F-35an. Herwiha hejmarek zêde kompanyayên me perçeyên cuda yên F-35an hildiberîne. Ligel vê yekê derxistina Tirkiyê ji bernameyê bo Amerîkayê jî barek nû yê aborî bi xwe re tîne. Loma Amerîka careke din Tirkiyê daxilê bernameya F-35an dike

Di Tirmeha 2018an de 13 pîlotên Tirkiyê li Amerîkayê dest bi perverdeya frokeyên F-35 kiribûn û 4 frokeyên F-35 ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn kirîn. Lê belê piştî ku Mûşekên S-400 ji bo Tirkiyê hatin veguhestin perverdeya pîlotan ji aliyê Amerîkayê ve hate ravestandin û frokeyên F-35 bo Tirkiyê nehatin şandin. Tê Çaverêkirin ku piştî pêşniyazên nû yên Amerîkayê ev perverdeya pîlotan carek din dest pê bike û 4 frokeyên F-35 bo Tirkiyê bêne şandin.