Siberoja peywendiyên Amerîka û Tirkiyê

Di navbera Tirkiye û Amerîka de mijara firokeyên F35 û Patroîtan wekî kêşeyekê berdewam dike û dihate çaverêkirin, ku Amerîka jiber kirîna mûşekên S 400an gemaroyan li ser Tirkiyê karîger bike. Lêbelê Washîngton xwe amade dike, bi pêşniyazên nû di mijara F35 û Patroîtan de derkeve pêşberî Tirkiye. Ligorî pisporên Tirkiyê, Amerîka pêşniyazên nû nîn in, lê tenê dixwaze armancên xwe pêkbîn e. Hin alî jî dibêjin, Amerîka ji bo ku barê xwe yê aborî sivik bike, Tirkiyê derbasî bernameya F35an dike.

K24- Enqere

Di navbera Tirkiye û Amerîka de mijara firokeyên F35 û Patroîtan wekî kêşeyekê berdewam dike û dihate çaverêkirin, ku Amerîka jiber kirîna mûşekên S 400an gemaroyan li ser Tirkiyê karîger bike. Lêbelê Washîngton xwe amade dike, bi pêşniyazên nû  di mijara F35 û Patroîtan de derkeve pêşberî Tirkiye. Ligorî pisporên Tirkiyê, Amerîka pêşniyazên nû nîn in, lê tenê dixwaze armancên xwe pêkbîn e. Hin alî jî dibêjin, Amerîka ji bo ku barê xwe yê aborî sivik bike, Tirkiyê derbasî bernameya F35an dike.

Piştî ku di meha Tîrmehê de mûşekên S400 ji Rûsyayê bo Tirkiyê hatin veguhestin Tirkiye ji bernameya hilberîna frokeyên f35de hatibû derxistin, pêşiya kirîna mûşekên patroît hatibû girtin û Washîngtonê biryar dabû ku gemaroyên gran li ser Tirkiyê karîger bike. Lê belê di şûna ku gemaro bêne karîgerkirin Amerîka pêşniyazeke nû di mijara F35,Partoît û hecma aboriyê ji 20 mîlyar dolarî bilindbike 100 milyar dolaran pêşkeşî Tirkiyê dike. Tê çaverêkirin ku ev pêşniyaz di rojên bê de ji aliyê balyozê Amerîayê yê Enqerê Setterfîeld ve ji rayedarên Tirkiyê re bê raberkirin.

Li gorî pisporê pêwendiyên navdewletî Engîn Oktem di rastiyê de pêşniyazeke nû tune ye, pêşniyazên berê tên dubarekirin û bi vê yekê jî Amerîka dixwaze ku çend armancên xwe pêk bîne.

Engîn Oktem (pisporê pêvendiyên navdewletî) got: Amerîka ev heyameke dirêje ku di mijara Minbic û rojhelatê Feratê de Tirkiyê dixapne. Loma Di serî de ji bo ku YPG bê parastin, devera aram gor Tirkiyê neye ava kirin û operasyonekê pêk neyê Amerîka ev pêşniyazên xwe raber dike. Çimkî Amerîka ev bi salan e alîkariya YPGê dike û naxwaze planên wê têk biçe. Ligel vê yekê Washîngton dixwaze çekên xwe bifiroşe û aboriya xwe baştir bike. Herwiha ji bo ku Tirkiye mûşekên S 400 aktîf neke ev pêşniyaz tê kirin.

Ligel vê yekê senatorê Emerîkî Lensy Graham jî ragihandibû ku girînge Tirkiye di bernameya hilberîna frokeyên F35 de bimîne.

Generalê Tirk Kûrşat Atilgan jî dibêje proseya kirîna frokeyên F35an di sala 2001an de dest pê kiriye û Tirkiyê pereyeke zêde daye. Loma Amerîka carekedin neçarî Tirkiyê daxilê vê bernameyê dike.

Kûrşat Atilgan (generalê berê yê din ava Artêşa Tirkiyê de) dibêje: Di sala 2001an de dema ku ez di nava hêzên hewayî de serfermandar bû wê çaxê me ji bo Frokeyên F35, 250 milyon dolar dabû. Wê rojê heta îro me milyarek û 500 milyon dolar pere daye bo F35an. Herwiha hejmarek zêde kompanyayên me perçeyên cuda yên F35an hildiberîne. Ligel vê yekê derxistina Tirkiyê ji bernameyê bo Amerîkayê jî barek nû yê aborî bi xwe re tîne. Loma Amerîka careke din Tirkiyê daxilê bernameya F35an dike

Di Tirmeha 2018an de 13 pîlotên Tirkiyê li Amerîkayê dest bi perverdeya frokeyên F35 kiribûn û 4 frokeyên F35 ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn kirîn. Lê belê piştî ku Mûşekên S400 ji bo Tirkiyê hatin veguhestin perverdeya pîlotan ji aliyê Amerîkayê ve hate ravestandin û frokeyên f 35 bo Tirkiyê nehatin şandin. Tê Çaverêkirin ku piştî pêşniyazên nû yên Amerîkayê ev perverdeya pîlotan carek din dest pê bike û 4 frokeyên F35 bo Tirkiyê bêne şandin.