Li Enqera paytexta Tirkiyê festîvala Îce Cream û Şêraniyê pêk hat

Li Enqera paytexta Tirkiyê li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê bi beşdariya dehan kompanyeyên dondirme û şêraniyên cihêreng festîvaleke ciyawaz birêveçû. Di festîvala ku duyemîn care li Enqerê tê lidarxistin ji aliyê welatiyan taybetî jî zarokan ve rastî eleqeyê hat.

K24- Enqere

Li Enqera paytexta Tirkiyê li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê bi beşdariya dehan kompanyeyên dondirme û şêraniyên cihêreng festîvaleke ciyawaz birêveçû. Di festîvala ku duyemîn care li Enqerê tê lidarxistin ji aliyê welatiyan taybetî jî zarokan ve rastî eleqeyê hat.

Dondirmeya Dîloka bakurê Kurdistanê ya bi şîrê bizinana hatiye çêkirin û bi tehm, Kûnefeya Hetayê ya ku tehma wê bi nav û deng, nanê qedayîfê ya Afyona Bajarê Tirkiyê û bideh şêraniyên jiyawaz. Li Enqera paytexta Tirkiyê nêzî 60 kompanyayan bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di festîvala îce-cream û şêraniyê de Tehhên bajarê xwe yên wekî dondurme û cûreyên şîraniyê peşkeşi Enqereyîyan kirin.

Di qada festîvalê de ji bilî dondirme û qedayîfê şêraniya herî balkêş ya bi navê Dragons ango ejdeha bû. Ji ber ku kesên vê şiraniyê dixwen weke ejdehayan dev û difinên wan de mij û duman derdikeve.

Gûlten Şahîn (çekera Şêraniya Dragons) dibêje: Ev tişte Di bin sifrê de bi 196 pile azota ku em li heva bêhn dikin ew e û em diqerisînin. Em glokên hevîr yên şêrîn dikin nava vê azotê de û kesên dixwen di dev û difnê wan de mijeke sar derdikeve. Ev şêranî mirov hênik û kêfxweş dike.

Kesên ku vê şêraniyê diceribînin jî kelecanî dibin û xwe wek ejdehayê sek dikin.

Batuhan Varnaci (welatî) dibêje: Gellek şêrîn û sar bû. Ev mij û dûv a deve min de derketî gelek xweş bû. Çawa ku ejdehayek di deve xwe de dûkel derxîne min jî wek ejdehayekê deve xwe de dûv dderxist. Zor xweş û bikelecanî bû.

Bê guman li qada ku şêranî û dondirme hebe ev der cihê şad û bextewarbûna zaroka e.Zarokê ku berê xwe dan vê festîvalê ji bo bidestxistina dondirmeyê gelek ked dan û di dawyê de giheştin miraza xwe.

Fatîh Karabulut (Zaro) got: Her tişt evqas xweş bû û min gelek kêf kir vê derê. Bila hemû zarok bên vê derê û henek ji wan jî bê kirin. Kêfa min gelek ji heneka dondirmeyê hat.

Elvîn Klale (zaro) got: Li vir gelek xweşe û min dixwast têr dondirme bixwem û heta heta li vir bam. Min dondirme xwar û niha jî pembûyê bi şekir dixwem. Min vê derê gelek kêf kir.

Welatıyên ku rêya wan ketiye vê festîvalê jî di deve wan de tehma şêraniyan daxwaza zêdebûna çalakiyên bi vî rengî kirin.

Vahît Eroz (welatî) dibêje: Festîvalên bi vî rengî ji bo nasîna tehêm bajarên me yên cuda pir baş in. Bi saya van çalakiyan em dizanin ku welatê me çi tê hilberîn. Min hemû şêranî û dondirme tehm kirin. Zor xweş bûn.

Berpirsên vê festîvala ku ev sê rojin berdewam dike amaje pê kirin ku heta niha 350 hezar kesî serdana wê derê kiriye û salên bê ew ê di serî de li Hewlêr, Diyarbekir, Stenbol û Îzmîrê jî heman çalakiyê lidar bixin.