Geir Pedersen: Kurd di Komîta Destûrê de beşdar in

Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê radigihîne, Kurd di Komîta Destûrê ya Sûriyê de beşdar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê radigihîne, Kurd di Komîta Destûrê ya Sûriyê de beşdar in.

Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen di konferanseke rojnamevanî de li Cenêvê ragihand, wî daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî kiriye, ku li ser rewşa rojhilatê Firatê kar bikin.

Geir Pedersen tekez kir jî, Nûnerê Kurdan û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê di Komîta Destûrê de beşdar in.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî NY Antonio Guterres roja 23ê vê mehê damezrandina Komîteya Destûrê ya Sûriyê ragihandibû. Komîta Destûrê jî dê 30î vê mehê li Cenêvê yekem civînên xwe girê bide.

Rêja Kurd di lîsteyên Komîta Destûrê de 4 kes in, vê yekê jî nerazîbûnek li cem hemû aliyê Kurdî dirust kiriye. Di vê derbarê Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî ji K24ê re ragihandû, wan nameyeke nerazîbûnê derbarê rêjeya Kurd di wê komîtê de ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî NY re şandine.

Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberiya Xweser ragihandibû, Komîta Destûrê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê nake û çi encamên ji wê komîtê derkevin, ew lê mikur nayên.

 

S. B