Di xwepêşandana Bexdayê de zarokek şewitî

Li gor medyaya Iraqê, îro li Bexdayê hejmareke mezin ji xwepêşanderan derketin kolanan û bi sedema rûbirûbûna xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê, agir bi otombîlekê ket û zarokek di navê de şewitî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor medyaya Iraqê, îro li Bexdayê hejmareke mezin ji xwepêşanderan derketin kolanan û bi sedema rûbirûbûna xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê, agir bi otombîlekê ket û zarokek di navê de şewitî.

Çalakvanan li tora civakî belav kirin, bûyera şewitandina otombîlê li navçeya Zehferanî ya başûrê Bexdayê rû daye û dema hêzên ewlekariyê gule avêtine, agir bi otombîlê ket, di encamê de zarokek di nava otombîlê de şewitî û canê xwe jidest da.

Du roj in xwepêşandanên nerazîbûnê li Bexda û hin navçeyên başûr û naverasta Iraqê dibin, hêzên ewlekariyê jî ji bo belavkirina xwepêşanderan, çek û gaza rondikrêj bikar tînin, bi wê sedemê de şeva bûrî 3 kesan canê xwe jidest dabûn û zêdetir ji 200 kesî birîndar bûbûn.

 

 

S. B