Beşar: Hîna krîza Sûriyê negihîştiye asta ku çareser bibe

Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriye Ebdilhekîm Beşar li ser pêkanîna pêkanîna Komîteya Destûrê ya Sûriyê ragihand, Qonaxa destûrê dê heta Amerîka û Rûsyê digihin lihevkirinekê dirêj bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriye Ebdilhekîm Beşar li ser pêkanîna Komîteya Destûrê ya Sûriyê ragihand, Qonaxa destûrê dê heta Amerîka û Rûsyê digihin lihevkirinekê dirêj bike.

Cîgirê Serokê Îtîlafê û endamê Komîta Destûrê ya Sûriyê Ebdilhekîm Beşar beşdarî benameya “Rojev” a K24ê bû û ragihand, biryareke navdewletî bo pêkanîna Destûrê ji sala 2014an ve heye, wê demê ew biryar ji 4 pakêcan pêk dihat. Me wek opozîsyona Sûriyê li ser pêkanîna Komîta Destûrê erê kir, ji ber ku soz hene ev komîte beşek e ji biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 e, ya dibêje, hikûmeteke veguhês, destûr û piştre hilbijatin werin kirin.

Herwiha got: Divê krîza Sûriyê wek yek pakêc bê çareserkirin, ango ne tenê destûr, divê destûr, hikûmeta veguhêz û hilbijartin bên kirin. Heger ew her sê xal bi hev re biser nekevin, destûr bi tena xwe ti çareseriyê nayine.

Amaje bi wê yekê jî kir, rêjîma Sûriyê dixwaze hin çaksazî di destûre 2012an de bike, lê opozîsyonê dibîne ku destûreke nû bê nivîsandin, ev jî xaleke nakokiyê ye û dê gelek zehmetiyan çê bike.

Ragihand jî, hîna krîza Sûriyê negihîştiye asta ku çareser bibe, çareserî di destê hêzên mezin ên wek Amerîka û Rûsyayê de ye, hîna wan jî li ser Sûriyê lihev nekiriye. Qonaxa destûrê dê dirêj bike, ta Amerîka û Rûsyê bigihin lihevkirinekê, wê demê ewê destûrekê li ser me ferz bikin.

Ebdilhekîm Beşar ku bi nûnerê ENKSê di nava Îtîlafê de ye, li ser rêjeya Kurd di Komîta Destûrê de da zanîn, çend sedemên wê yekê hene, ji wan jî, hemû partiyên Kurdî derbasî nava hemû hêzên opozîsyonê nebûne û tenê li Qamişlo kar dikin û derneketina asta cîhanê û nebûna hevparê çareseriyê. Em wek ENKS yek ji deh pêkhateyên opozîsyonê û em nikarin bibêjin ku em tenê nûnertiya hemû Kurdan dikin.

Derbarê nerîna opozîsyona Sûriyê li pirsa Kurd de got: Pir kes û alî bi erênî li pirsgirêka Kurd dinêrin, lê ne wek çawa mirovekî Kurd li pirsgirêkê dinire. Ew dibêjin, divê pirsgirêka Kurd di çarçova Sûriyê de bê çareserkirin. Nakokiya di navbera me de heye, em daxwaza federaliyê dikin, opozîsyon jî vê qebûl nake, ji ber wê dema em derbasî nava Îtîlafê bûne, me xaleke cihê nivîsandiye ku ji mafê ENKSê ye daxwaza avakirina dewleteke federalî bike.

Derbarê pirsên ku ENKSê dê hewl bide di destûrê de biçespîne de got: Di nasandina gelê Sûriyê de, pêwîst e bê gotin ku miletê Sûriyê ji Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû pêkhateyên din. Divê nasandina dewleta Sûriyê de bê gotin, Sûriye dewleteke geleknetew e. Divê di destûrê de, mafê demokratîk ji gelê Kurd re û mafên netewî û rewşenbîrî, wek kultur û ziman bê çespandin. Herwiha divê projeyên nijadperestiyê yê li ser Kurdan hatine meşandin, bên çareserkirin. Em û opozîsyonê jî li ser van hemû xalan jî me lihev kiriye.

Ebdilhekîm Beşar tekez kir jî: Hemû hêzên cîhanê û heta yên li dijî hev jî, li ser mafê gelê Kurd, parastina Kirîstiyaniyan û Elewiyan li Sûriyê lihev kirine.

  

 

S. B