Trump û Erdogan li Washingtonê dicivin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Amerîka dike û 13'ê Mijdarê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Amerîka dike û 13'ê Mijdarê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re dicive.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twîtterê da xuyakirin, ewê 13'ê meha bê li Washingtonê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp re Erdogan bicive.

Trump da xuyakirin, Tirkiye di nav NATOyê de hevpeymaneke wan ya girîng e û Kurd jî şervanên taybet û hêja ne û dê hevkariya wan bo wan herduyan berdewam bike.

Pêr Koşka Sipî yê Amerîka da zanîn, pêwendiya telefonî di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de hat kirin û di wê pêwendiyê de Trump gotiye, hêzên Amerîkî piştevaniya wê operasyonê nake û beşdarî wê operasyonê nabe. Herwiha hêzên Amerîkî jî piştî jinavbirina DAIŞê, dê li wê herêmê nemînin.

Lê Trump îro di twîtekê de got, vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, nayê wateya ku dê dest ji Kurdan berdin.

 

S. B