Çavuşoglu: Em dê liser Operasyonê Sûriye jî, agahdar bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu radigihîne: Ew dê di derbarê operasyona xwe de agahî bidin hikûmeta Suriyê û welatên pêwendîdar

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu radigihîne: Ew dê di derbarê operasyona xwe de agahî bidin hikûmeta Suriyê û welatên pêwendîdar.

Çavuşoglu li Cezayîrê axifî û ragihand: Operasyona rojhilatê Firatê li gor yasayên navnetewî mafê wan e û ew dê di derbarê operasyona xwe de welatên pêwendîdar agahdar bikin.

Çavuşoglu got: “Li bakurê rojhilatê Suriyeyê YPG heye û li ser me gefek ciddî ye. Çekên ko Amerîka daye YPGyê em li Tirkiyeyê desteser dikin. Lewra çi cûdahî di navbera PKK û YPGyê de niye. Em piştgiriya yekparebûna Suriyeyê dikin. Li gor yasayên navnetewî operasyona rojhilatê Firatê mafê me ye û emê operasyona xwe di vê çarçoveyê de bikin. Em dê liser operasyona xwe Neteweyên Yekgirtî, Suriye û welatên pêwendîdar agahdar bikin”…

 

 

 

C.B