PAK: Armanca Dewleta Tirkîyeyê dagirkerî û jenosîd e!

PAK: Divê TEVDEM, PYD, ENKS û hemû alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev û li ser hişmendîya Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê sîyaset û nexşe rêyeke hevbeş tesbît bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê girêdayî Operasyona Tirkiye dijî rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir.

Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘Kanîya Aşitîyê’ êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê destpê kir.Armanca Dewleta Tirkîyeyê  dagirkerî , qetlîam, guherandina demografîyayê, perçe kirina axa Rojavayê Kurdistanê ye, jenosîd e.

Ev êrîş xeterîyeke mezin e li ser paşaroja gelê me û welatê me.

Em vê êrîşê bi tu awayî qebûl nakin, şermezar dikin.

Divê TEVDEM, PYD,  ENKS û hemû alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê demildest bêne cem hev û li ser hişmendîya Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê sîyaset û nexşe rêyeke hevbeş tesbît bikin. Ji bo parastin û paşeroja  gelê me û welatê me,  gava yekem divê ev be.

Fransa û Îngîltere bangî Konseya Ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî kirine da ku vê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê biaxivin. Ev gaveke erênî ye.Lê em dîsa bangî UN, Yekitîya Ewrûpa,

Emerîka, Rûsya, Yekitîya Dewletên Ereban û hemû dewletên cîhanê dikin da ku bila van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê bidine rawestandin.Bila dinya nebe şirîkê vê êrîşa dagirker ku dixwaze jenosîda gelê Kurd pêk bîne.

Hemû partî û rêxistinên  Kurd û Kurdistanî yên li her çar parçeyên Kurdistanê divê bi helwesteke hevbeş li himberî vê êrîşa hovane rawestin. Roj roja yekgirtineke netewî û niştimanî ye.

Dewleta Tirkîyeyê jî divê bizanibe ku bi kuştin û dagir kirin û jenosîdan gelê Kurd jî doza azadîya Kurdistanê jî ji holê ranabe. Demildest divê ev êrîş bêne rawestandin.

10.10.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê