HSD: Dinav de jin û zarok, 200 sivîl ên qurbanî hene

Berpirsê pêwendiyên derve yê HSD Rêdûr Xelîl di kongreyek rojnamevanî de ragihand, ku heta niha jiber êrîşa Tirkiyê 100 hezar kes aware bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê pêwendiyên derve yê HSD Rêdûr Xelîl di kongreyek rojnamevanî de ragihand, ku heta niha jiber êrîşa Tirkiyê 100 hezar kes aware bûn e. 200 welatiyên sivîl bûn e qurbanî û 45 şervanên wan  jî, jiyana xwe jidest dan e.

Rêdûr Xelîl anî ziman:

“Ji ber êrîşa Tirkiyê ya hovane, tirsek mezin di nava xelkê de çêbûye û heta niha 100 hezar sivîl aware bûn e. Ew di rewşeke xerab de dijîn û li çolan dimîn in ,bêyî ti alîkariyên navdewletî, heta niha ji encama êrîşê 200 kes bûn e qurbanî di nava brîndar û şehîd de, ku di nava wan de zarok û jin û pîr jî hene. Herwiha 45 ji hêzên me jî şehîd ketine.

Herweha Rêdûr Xelîl ragihand jî, ku pêwendiyên wan ligel hikûmeta Sûriyê, Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo rawestandina vê êrîşê berdewam in û da zanîn, ku heta niha jî, tu encamên erênî ji van danûstandinan derneketin e. Tekez kir, ku dê danûstandinên wan ji bo parastina gelên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam bin.

 

 

C.B