Rûsya:Tirkiye û Sûriye di nav diyalogê de ne!

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê bo Krîza Sûriye Aleksandr Lavrentyev ragihand, ku liser ast a hawalgirî...

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê bo Krîza Sûriye Aleksandr Lavrentyev ragihand, ku liser ast a hawalgirî û bi erêkirinên wezaretên bergirî û derveyî, liser ast ek nizmtir, diyalog û pêwendî di navbeyna Enqere û Şamê de hene.

Lavrentyev destnîşankir, ku dê rê nedin û rêgiriyê bikin, ku artêşên Sûriye û Tirkiye werin beramberî hevûdu, jiber ku ev dê bibe karesatek mezin.

Liser Operasyona Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê Lavrentyev got, ku Rûsya dijberiya xwe ya vê Operasyonê ragihandiye û napejîrîn e. Liser Operasyonê jî, tu lihevhatinek di navbeyna Moskow û Enqere de çênebûye.

Lavrentyev anî ziman, ku Operasyona Tirkiye bû egera pêwendiya Artêşa Sûriye û Hêzên Sûriya Demokrat û Rûsya navbeynkarî kiriye.

 

 

C.B