Merkel: Min ji Erdogan re got êrîşa li bakurê Sûriyê rawestîne

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşa xwe ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û got: Heta niha 70 zarok hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşa xwe ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û got: Heta niha 70 zarok hatine kuştin.

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel li Parlamena Almanya gotarek pêşkêş kir û got: “Beriya çend rojan min ligel Serokomarê Tirkiyê axift, min got êrîşa xwe ya li ser Bakurê Sûriyê rawestine. Dê encam gelek xerap bin. Ez careke din bang li Tirkiyê dikim, vê êrişê rawestînin. Heta niha 70 Zarok û sivîl bûne qurbanî. Koçberî yek mezin çê bûye.”

Angela Merkel got, ligel vê êrişa Tirkiyê DAİS dibe ku ji nû ve zindî bibe. Ew careke din bang li Tirkiyê dikin, êrişa xwe rawestîne.

Şêwirmenda Almanyayê careke din ragihand, wan firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestandiye.

 

S. B