Berpirsekî Amerîkî: Heger Tirkiyê êrîş bike, dê rastî sizayan bê

Berpirsekî Amerîkî ragihand, Fermandarê Giştî yê HSDê ji me re ragihand, hêzên wan bi tevahî ji “herêma ewle” vekişiyane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Amerîkî ragihand, Fermandarê Giştî yê HSDê ji me re ragihand, hêzên wan bi tevahî ji “herêma ewle” vekişiyane.

Wî berpirsê Amerîkî aşkere kir, îro fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence re ragihandiye, HSD ji tevahiya herêma ewle vekişiyaye.

Wî berpirsê Amerîkî tekez kir jî, heger Tirkiye piştî bidawîbûna dema rêkeftina agirbestê çi karekî li ser erdê li dijî şervanên Kurd bike, Amerîka dê wê bi binpêkirina rêkeftinê binav bike û dê sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Ev daxuyaniya wî berpirsê Amerîkî di demekê de ye, îro jêderekî ewlehiyê yê Tirkiyê ragihand, hêzên HSDê bi dirêjahiya 120 K.M ji navçeyên sînorî vekişiyane.

Wî jêderê Tirkiyê ragihand jî, derbarê navçeyên ku hîna hêzên HSD û YPGê lê ne û jê venekişiyane, her yek Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civînê de ne û hîna helwesta xwe yekalî nekirine.

Pêştir Serokomariya Tirkiyê ragihandibû, heger di heyama rêkeftina agirbestê de, hêzên HSD û YPGê bi tevahî venekişin, artêşa Tirkiyê dê dest bi êrîşan bike.

Roja 17ê vê mehê di çarçova civîna di navbera Serokomarê Tirkiyê û Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence de, agirbestek bo 120 demjimêran hat ragihandin û îro bidawî dibe.

 

S. B