Trump: Tirkiye pabendî agirbestê nebê, dê rastî sizayan bê

Serokê Amerîka radigihîne, Washigton kar li ser bicihkirina agirbesteke hertimî li bakurê Sûriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka radigihîne, Washigton kar li ser bicihkirina agirbesteke hertimî li bakurê Sûriyê dike.

Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de behsa Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, tîmên Amerîkî ji Cîgirê Serok Mike Pence, Wezîrê Derve Mike Pompeo û Şêwirmedên Asayişa Niştimanî Robert O'Brien di şandên Washingtonê bo Tirkiyê bûn û li ser agirbestê rêkeftin.

Trump a zanîn jî, wan karekî girîng encam dan û heger Tirkiye pabendî agirbestê nebe, dê sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Amaje bi bi pêwendiya bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî kir û da zanîn, Mezlûm Ebdî soz daye wî ku dê DAIŞ di bin çavdêriya tund de be.

Got jî, Washigton kar li ser bicihkirina agirbesteke hertimî li bakurê Sûriyê dike. Divê Tirkiye û Sûriye kar bikin, ji bo çareke din DAIŞ kontrola xakê neke.

Trump diyar kir, Amerîka dê hejmareke biçûk ji leşkerên xwe li Sûriyê li cihê petrol heye bihêle.

Da zanîn jî, wan 8 tirlyon Dolar di şerên li Rojhilata Navîn de xerc kirine, piştî wan hemû pere û giyanên leşkerên Amerîkî, niha navçe ne aram û ewle ye.

 

S. B