Neteweyên Yekgirtî: Ji rewşa mirovî li bakurê rohjilatê Sûriye dilgiran in

Neteweyên Yekgirtî radighîne , ew ji rewşa mirovî a bakurê Suriyê dilgiran in û pêşwaziyê li rêkeftinên siyasî derbarê bakurê Suriyê de dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî radighîne , ew ji rewşa mirovî a bakurê Suriyê dilgiran in û pêşwaziyê li rêkeftinên siyasî derbarê bakurê Suriyê de dikin.

Civata Asayişa Navdewletî derbarê rewşa mirovî li Suriyê civiya. Di civînê de behsa dawî pêşhateyên li bakurê Suriyê hat kirin, û tê de Neteweyên Yekgirtî dilgiraniyên xwe ji rewşa mirovî li bakurê Suriyê anî ziman. Herweha gotin, gelek xelk ji hatina artêşa Suriyê bo wan navçeyan dilgiran in.

Piştî êrîşa Tirkiye ser rojavayê Kurdistanê, ku rastî rexneyên tund ên navneteweyî hat, rewşa rojavayê Kurdistanê bû ye, babetek sereke ya platformên navneteweyî.

 

 

C.B