Erdogan: Welatên Rojava derewan dikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, welatên Rojava rexne kir û got: Ew ne ji bo mafên mirovan û aştiyê, berovajî ji bo petrole hatine Suriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, welatên Rojava rexne kir û got: Ew ne ji bo mafên mirovan û aştiyê, berovajî ji bo petrole hatine Suriyê.

Erdogan da zanîn: Aligirên PYDê 700 êriş hemberî nûnertiyên wan ên welatên Rojava, encam dan e.

Serokomarê Tirkiyê di şahiya salvegera avabûna Komara Tirkiyê de diyar kir: Rusya ew agahdar kirin e, ku YPG  ji ser sinor vekişîya ye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan got:

“Jibo Operasyona me ya Rojhilatê Firatê, serokên welatên Rojava, hemûyan pêwendi bi me kirin. Yek ji wan jî, behsa êrişên ser xelkê me, ku 20 sivilan jiyana xwe winda kir, 184 welati jî birîndar bûn, nekirin.

Kes ji wan, behsa 700 êrişên liser Nunertiyên me yên welatên Rojava hatibûne kirin, nekir. Berovajî, hemûyan ew parastin û alîkariya wan kirin. Bo van serokan, dilopa petrole û dilopa xwîna mirovan wek yêk e. Eger bêjin, em ji bo mafên mirovan, dadwerîyê, aştiyê hatine Suriyê, ez vekirî bejim, derewan dikin. Di encama Operasyona me ya Rojhilatê Firatê de, encamên baş em bidest dixin. Rusya Em agahdar kirin, ku YPG-PYD ser sînor vekişiyan e”.

 

 

C.B