Rewşek aloz a siyasî li Iraqê rû dide

Rêberê Şepêla Sedir li Twîtterê radighîne, eger Serokwezîr encamdan a hilbijartinên pêşwext red bike, dê digel Hadî Amirî, baweriyê ji hikûmeta Adil Ebdulmehdî werbigre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Muqteda Sedir, bersiva peyama Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî dide û radighîne, eger encamdan a hilbijartinên pêşwext red bike, dê daxwaz ji Hadî Amirî bike, alîkariya wî bike, da ku baweriyê jê bistîn in.

Rêberê Şepêla Sedir di peyama xwe de li Twîtterê radighîne, eger Serokwezîr encamdan a hilbijartinên pêşwext red bike, dê digel Hadî Amirî, baweriyê ji hikûmeta Adil Ebdulmehdî werbigre.

Sedir ragehandiye, digel Amirî kar ji bo guhertina yasaya hilbijartin û encamdan a çaksaziyên bingehîn di nav de jî, guhertina hinek birgeyên destûrê, dikin.

Sedir hişyariyê dide, eger Parlamento deng liser guhertina hinek birgeyên destûrê nede, dê gel biryara xwe bide.

Ji aliyek din ve, Serokatiya Komar a Îraqê ragehandiye, ji bo rewşa welat çend bijardeyekê, gengeşe dikin.

 

 

C.B