Neteweyên Yekgirtî: Dê tîmek ji bo pêşniyara Tirkiye, ya “devera ewle” ava bikin

Neteweyên Yekgirtî radighîne, ew dê tîmekî ji bo gengeşekirina pêşniyara Tirkiyê ji bo avakirina devera ewle li Sûriyê ava bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî radighîne, ew dê tîmekî ji bo gengeşekirina pêşniyara Tirkiyê ji bo avakirina devera ewle li Sûriyê ava bike.

Cîgirê Peyvdarê Fermî yê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ferhan Heq di kongreyek rojnamevanî de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna digel Antonio Guterres de, plana Tirkiyê ji bo avakirina devera ewle ji bo vegerandina penaberên Sûriyê, ji bo welatên wan eşkere kiriye.

Navborî got, Komisyona Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên penaberan, dê tîmek taybet ji bo vê pêşniyara Erdogan ava bike, û diyar kir, Guterres ji Erdogan re tekez kiriye, divê penaber, bê fişar û di rewşeke ewle de vegerin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, îro li Stenbolê digel Erdogan nêzîkî demijmêrekî civiya bû.

 

 

 

C.B