Almanya liser seradanên Tirkiye, hişyariyê dide hevwelatiyên xwe yên Kurd

Ligor kovara Almanî Der Spiegel, Wezareta derve ya Almanya liser seradanên Tirkiye, hişyariyê dide hevwelatiyên xwe yên bi regez Kurd

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor kovara Almanî Der Spiegel, Wezareta derve ya Almanya liser seradanên Tirkiye, hişyariyê dide hevwelatiyên xwe yên bi regez Kurd.

Der Spiegel diyar dike, Wezareta derve ya Almanya agahdarî da ye, ku ji meha Cotmeh a îsal ve, 14 hevwelatiyên Almanya bi regez Kurd, li Tirkiye hatine binçav kirin.

Bi vê egerê Wezareta derve ya Almanya, metirsiya girtinê li Tirkiye, digihîne hevwelatiyên xwe yên Kurd.

Der Spiegel dinivîse, ku zêdeyên girtinan bi egera “endamtiya rêxistina terorê û bangeşeya rêxistina terorê” pêk tên. Herweha di destê dezgehên ewleyiyê listeyek navan ên çalakvanên Kurd heye, ku di komeleyên Kurdî de li Almanya aktîv in.

 

 

C.B