Muqteda elSedr li Îranê, Qasim Silêmanî li Iraqê…
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor kovara Time, di dema xwepêşandanên li Iraqê Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda el Sedr seredana Îranê û Fermandarê Hêza Qudis a Îranê Qasim Silêmanî seredana Iraqê kiriye. Lê, ev seredan ji raya giştî hatine veşartin.
Ligor heman nûçeyê, ne nivîsîngeha Sedr ne jî, ji alî Tehranê ve, liser seradanê tu agahdarî nehatine belav kirin.
Herweha tê ragihandin, ku di meha Îlonê de jî, Sedr seradana Îranê kiriye.
Wêneyek di medya Îranê de hatiye weşandin, ku di dema bibîranînek olî ya Şîa de, Muqteda el Sedr di navbeyna Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî û fermandarê Hêza Qudis a Îranê Qasim Silêmanî de rûniştiye.
C.B