Îsmaîl: Yê daxwaza yekrêziyê bike, divê baweriya wî bi hevparî û hevbeşiyê hebe

Endamê Desteya Serokatiyê yê ENKS Mihemed Îsmaîl: Divê bangewaziya Mezlûm Ebdî bi awayekî cidî bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê Mihemed Îsmaîl ragihand, ew pêşwaziyê li bangewaziya yekrêziyê ya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dikin û erênî dibînin, lê divê ew bangewazî bi awayekî cidî bê kirin.

Endamê Desteya Serokatiyê yê ENKS Mihemed Îsmaîl beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser banga yekrêziyê ya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî got: Rêveberiya Xweser bi piştevaniya hêzên ku niha Mezlûm Ebdî fermandarê wê yê giştî ye rê neda partiyên siyasî kar û xebatên xwe bikin, nivîsgehên partiyan û alîgirên ENKSê digirtin. Herwiha ji encama siyasetên wê yên şaş miletê me koçber dibû.

Got jî, Pêwîstiya qonaxa niha zêdetir bi yekhelwestiyê heye, lê ew dixwazin cidiyeta wê bangewaziyê bê xuyakirin. Heger cidiyetiya banga yekhelwestiyê bê xuyakirin, em jê re amade ne.

Îsmaîl Diyar kir: Divê têgeha yekhelwestiyê bê şîrovekirin. HSD û Rêveberiya Xweser berê jî digotin em yekrêz û yekhelwest bin, lê ew yekrêziya ku ew dixwazin ew e, ku em di bin sîbera îdare û leşkerên me de kar bikin. Yê ku daxwaza yekrêziya Kurd bike, divê baweriya wî bi hevparî û hevbeşiyê hebe û ji rêkeftineke siyasî, îdarî û leşkerî re amade be, wek rêkeftinên berê yên Hewlêr û Duhokê.

Herwiha amaje bi destpêşxeriya Fransî jî kir û got: Me ji Fransiyan re got, berî her rûniştinekê divê zîmenek bo diyalogê bê amadekirin, wek girtî bên azadkirin, nivîsgehên partiyên bên vekirin û azadiya kirina çalakiyan û ragihandin bi azadî karê xwe bike. lê mixabin ji meha Nîsana bûrî û heta niha ve, ti gav di vê derbarê de nehatine avêtin.

Li ser banga Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ya ku tê de daxwaza girtina rolekê ji aliyê Serok Barzanî ve, Mihemed Îsmaîl got: Pêştir Serok Barzanî roleke pir mezin girt û bi serperiştiya wî rêkeftinên Hewlêr û Duhokê hatin kirin, lê PYDê her tim w rêkeftin binpê dikirin. Herwiha Îsmaîl dîsa daxwaza cidiyetiyê bo her bangeke yekrêzî û yekhelwestiyê ji Mezlûm Ebdî kir.

Li ser pirsa ENKS di nava opozîsyonê de ye û rêkeftina HSD, Rêveberiya Xweser bi rêjîma Sûriyê re heye, dibe astengî li pêş yekrêziya Kurdî, Mihemed Îsmaîl got: ENKS bi rêkeftina taybetmendiya xwe ya Kurdî bi taybetmendiya doz û mafên Kurdî di nava Îtîlafê û Desteya Danûstandkar a opozîsyona Sûriyê de ye, lê ENKS û partiyên di nava wê de di dirêjahiya 60 salî ti kiryareke xirap dermafê gelê xwe de nekiriye. Em di opozîsyonê de ne, lê em di artêş û hikûmeta wê ya demkî de ne beşdar in. Serbixwebûna helwesta ENKS di nava opozîsyonê de heye.

Endamê Desteya Serokatiyê yê ENKS tekez kir jî: Sûda me wek Kurd di nava opozîsyonê de ew e, em di Desteya Danûstandkar û Komîta Destûrê de bin û beşdar bin di proseya siyasî ya Sûriyê de di bin çavdêriya navdewletî de.

Herwiha got: Hebûna wan li aliyê rêjîmê, ji roja yekem û heta niha ne aşkere ne û di warên aborî û leşkerî de ne, ti xizmet û berjewendiya gel û doza Kurdî tê de nîn e û ti protokoleke siyasî di navbera wan de jî nîn e. Ev jî astengiyeke mezin li pêş yekrêziya Kurdî. Herwiha, wan niha bi navbênkariya Rûsya rêkeftin bi rêjîma Sûriyê re kirine, em jê ne agahdar in û dibe ku em xalên wê jî qebûl nekin.

 

 

S. B