Pirsên di rojeva civîna Trump-Erdogan de

Ji alîkî pirsa rojavayê Kurdistanê, ji alîkî din jî pirsa S 400 û biryar û cezayên dijî Tirkiyeyê mijek dijwar xistiye navbera Tirkiye û Amerîkayê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji alîkî pirsa rojavayê Kurdistanê,  ji alîkî din jî pirsa S 400 û biryar û cezayên dijî Tirkiyeyê mijek dijwar xistiye  navbera Tirkiye û Amerîkayê û pêwendiyên her du welatan her diçe aloztir dibe.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî di demek wisa hestyar de diçe Amerîkayê û hêviya çareyekê dike. Erdogan pêş biçe Amerîkayê, li balafirgehê bi kombûnbeka rojnamevanî radigihîne ko Fermandarê Hêzên Suriyeya Demokratîk HSDyê Mazlum Abdî li Tirkiyeyê êrîşên terorîstî kiriye û ewê kiryarên wî bi çend belgeyan pêşkêşî Amerîkayê bike û dê careke din bixwaze dawiya hevkariya Amerîka û HSDyê were. Serokomarê Tirkiyeyê ji ber venekişîna HSDyê ji rojavayê Kurdistanê, digel Amerîkayê, ji Rusyayê jî dilgiran e.

”Mimkûn niye em bibêjin rêxistinên terorê ji navçeyê vekişiyan e. Rêxistinên terorê li wê derê ne. Li Girê Spî, Menbiç û Tel Rifatê ne. Amerîka û Rusyayê ji bo derxistina rêxstinên terorê mohletek diyar kiribûn lê ne Amerîka ne jî Rusya rêxistinên terorê dernexistin. Ezê vê pirsê digel birêz Trumpî biaxifim. Piştî vegera Amerîkayê digel Putînî jî bi riya telefonê biaixifim.”

Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun jî dizane Erdogan hestiyartirîn serdana xwe dike û di wê baweriyê de ye ko dê Trump û Erdogan lihev bikin.

Lê daxûyaniyên dawî yên ji Amerîkayê dihên, berevajî hêviya Fahrettîn Altunî ye. Şewirmendê Civata Ewlekariya Koşka Spî Obrein dibêje ger Tirkiye dest ji S 400an bernede, dê were cezakirin. Digel vê gefê jixwe Doza HALKBANKê jî wekî pirsek ciddî li meydanê ye û ji ber van pirsên kombûyî Erdogan destlawaztirîn serdana xwe dike. Lewma egerek mezin e Erdogan dest vala vegere.

 

 

 

C.B