Fermandarê Amerîkî: Hevkariya me ligel Kurdan bihêz e

General Eric T. Hill ji Ajansa Nûçeyî Associated Press re anî ziman, ku “Gef a DAIŞ dom dike, û li hember vê gefê, pêwîstiya bi hevkariyê ligel Kurdan heye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarek pilebilind ê Amerika, di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de ragihand, herçend ku destwerdana serbazî ya Tirkiye li Rojava berfereh jî bû ye, lê hevkariya wan ligel Kurdan didom e û bala wan liser şere dijî DAIŞê ye.

General Eric T. Hill ji Ajansa Nûçeyî Associated Press re anî ziman, ku “Gef a DAIŞ dom dike, û li hember vê gefê, pêwîstiya bi hevkariyê ligel Kurdan heye. Erkê me bidawî nehatiye, em divê tevgera li dijî DAIŞ lawaz nekin, li her cihî şere me li dij wan divê bidom e”.

Ligor Hill, DAIŞ ji bo ji nû ve, xwe birêkxistinê lîv û tevgerên xwe zêde kirin e. Di sosyal-medya de çalakiya xwe berfereh dikin, planên pêkanîna êrîşan dikin, li bijardeyên cuda yên peydakirina darayî jî digerin.

Liser xebata ligel Hêzên Sûriya Demokratîk, Hill got: “demek dirêj e, em ligel HSD kar dikin û domdar in, ku bi hevûdu re kar bikin û rahênanê bidin wan. Ligor min, ev hevkarî, hevkariyek bihêz e”.

 

 

C.B