Li Îranê xwepêşandan berfereh dibin

Ligor agahdariyan xwepêşanderek hatiye kuştin, gelek brîndar hene. Herweha hajmarek zêde xwepêşander hatine binçav kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi egera bihakirina nirxê benzîne li Îranê û bêyî tu agahdariyan danîna kota (litreyên sînordarkirî), bû sedama nerazîbûnên berfereh û li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê lidar dikevin.

Ligor agahdariyan xwepêşanderek hatiye kuştin, gelek brîndar hene. Herweha hajmarek zêde xwepêşander hatine binçav kirin.

Li Isfahan, Buşehr, Geçsaran, Senendej xwepêşandanên mezin hatine lidarxistin. Herweha li paytext Tehranê, gelek otombîl liser rêyan rawestiyan. Tê ragihandin, xwepêşanderan  yek ji rêyên sereke yên Tehranê – rêya Imam Elî girtin e.

 

 

C.B