Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê beşdarî Dîdara Aştî û Asayişê li Duhokê dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdariyê di roja duyem a “Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê” de bikin.
Li gor xişteya kar a “Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê”, îro di dest bi karên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarekê pêşkêş dike.
Piştre, demjimêr (14:00 – 15:00) di dîdarê de guftûgoyeke taybet bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re encam bide.
“Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî li Duhokê” duhî dest bi karên xwe kir û bi beşdariya hejmareke berçav a akademisyen û siyasetmedarên navxweyî û cîhanî, dîdar birêve çû.
S. B