HDP venakişe û daxwaza hilbijartinên pêşwext dike

HDP, bi beşdariya dezgehên rêveber û saziyan, mijara vekişîna ji Parlamentoya Tirkiyê û rêveberiyên herêmî gengeşe kir...

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP, bi beşdariya dezgehên rêveber û saziyan, mijara vekişîna ji Parlamentoya Tirkiyê û rêveberiyên herêmî gengeşe kir.

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî piştî civînê belgeya helwesta xwe aşkera kirin û dan zanîn, ew vekişîna ji Parlamentoya û Şaredariyan rast nabînin, destkeftên gel bi asan nehatine wergirtin û bi asanî sengeran bernadin. HDP herweha daxwaza hilbijartinên pêşwext kir. HDP bang li civaka Tirkiyê û civaka navnetewî dike ku hevkariya têkoşîna HDPê bikin.

Sezaî Temelî - Hevserokê HDP got:

"… Di demeke hestiyar de em hatin ba hev ku li Tirkiyê û Rojhelata Navîn bûyerên girîng rû didin. Îro em di rewşa herî tarî de ne. ji ber hejariyê mirov xwe dikujin. Ciwan siberoja xwe nebînin. Her cure daxwaz wek tawan tê dîtin. Rewşa awarte bûye mayînde û gelê Kurd wek dijmin tê dîtin. Danîna qeyuman nîşaneya neyartiya Kurdan e. Desthilat ji hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê hejiya û tirsiya. Bi danîna qeyuman tola xwe vedike. Me rêya dawîanîna desthilatê nîşan da û divê em berdewam bikin. Sengerên heta niha hatine bidestxistin, bi asanî nebû, bi ked û baca mezin bû. Em bi asanî dest jê bernadin û dest ji tu sengerê bernadin. Banga me ji bo civakê û hemû aliyan ev e ku piştevaniyê bikin û rê nedin sîstema takekesî."

 

 

 

C.B